Rojnamevanên Sînornenas êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî rojnamevanan şermezar kir

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas êrîşên artêşa Tirk li dijî rojnamevanan li deverên sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de şermezar kirin.

Rojnamevanên Sînornenas êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî rojnamevanan şermezar kir
8 mijdar, 2018   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas peyama ku ajansa me ANHA'yê jê re şandibû ya der barê hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker ji Rojnamevanên ANHA'yê Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed de dema ku êrîşên atêşa Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê dişopandin, bersivand. Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas ji hikumeta Tirk xwest di çalakiyên leşkerî de nûçegihanan hedef negire.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas di rapora xwe de wiha got:

Di 2'yê Mijdarê de sekvanekî artêşa Tirk 2 rojnamevanên ji Sûriyeyê yên ajansa ANHA'yê Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed li nêzî sînorê di navbera bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de dema ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê dişopandin, hedef girtin û di encamê de birîndar bûn.

Ajansa ANHA'yê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas agahdar kir ku leşkerên Tirk gelekî ji rojnamevanan ve nêzîk bû û baş dizanîn ku ev her du kes rojnamevan in. Nemaze artêşa Tirk xwedî dûrbîn û kamerayên bi kalîteyên bilind in.”

Rêveberê Buroya Rojhilata Navîn a Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas Sofî Anmos wiha got: "Divê leşker ji bo biryara 1738’an a girêdayî parastina rojnamevanan di şeran de rêzdar bin. Divê hikumeta Tirk girêdayî vê mijarê bi berpirsyariya xwe rabe."

Li aliyekî din li Bakurê Sûriyeyê li bajarê Efrînê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, komên çete yên artêşa Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê ve gelek rojnamevan revandin û bi hinceta ku destûra wênekêşiyê wernegirtine herî hindik 4 rojnamevan revandin. Her wiha 4 rojnamevanên din ên bi navên Ridwan Xelîl, Kanîwar Xilêf, Hesen Xilêf û Îsam Ebas hê jî li ba wan girtî ne.

Sûriye di sala 2017'an de dewleta herî metirsîdar li ser rojnamevanan bû û di sala 2018'an de li gorî pîvana azadiya çapemeniyê ji giştî 180 dewletan di rêza 177’an de ye.