Rojnamevanan hedefgirina Tirkiyeyê ya nûçegihanên ajansa me şermezar kir

Rojnamevanên Bakurê Sûriyeyê hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker ji nûçegihanên ajansa me ANHA'yê re şermezar kir û banga eşkerekirina destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û riswakirina bêdengiya navneteweyî kir.

Rojnamevanan hedefgirina Tirkiyeyê ya nûçegihanên ajansa me şermezar kir
2 mijdar, 2018   12:20

COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ev çend roj e êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi çekên giran zêde kirine. Dagirkeriya Tirk îro jî nûçegihên ajansa me ANHA'yê Gulistan Mihemed û Îbrahîm Ehmed dema ku êrîşên artêşa Tirk ên li dijî taxên bajarê Girê Spî dişopandin, hedef girtin.

Rojnamevan û rêveberê kanala Kurdistan24 Ehrem Salih diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk a dagirker rojnamevanan armanc digire û gelek rojnamevan ji aliyê artêşa Tirk û komên çete ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve şehîd bûn û gelek rojnamevanên din jî birîndar bûn.

Ekrem Salih diyar kir ku divê hemû rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê destdirêjiyên artêşa Tirk der heqê gelê herêmê û rojnamevanan de riswa bikin û wiha got: "Tu hinceteke Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî welatiyên Bakurê Sûriyeyê tune ye."

Ekrem Salih got ku divê bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê jî were riswakirin ku hewl dide axa dewleteke cîran dagir bike û wiha domand: "Tevî ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmên Bakurê Sûriyeyê bi cih bûne ku ji 38 dewletan pêk tê, lê mixabin heta niha helwesta xwe zelal li hemberî van êrîşan nîşan nedane."

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Sîpan Can êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û got ku hedefgirtina artêşa Tirk ji nûçegihanên ajansa ANHA'yê re eşkere dike ku Tirkiye hewl dide rastiya hovîtiya xwe veşêre û bi vê yekê hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Sîpan Can bang li hemû rêxistinên çapemeniyê û hiqûqî û civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û ji bêdengiya xwe derkevin û got ku bêdengiya wan hişt ku kareseta li Efrînê pêk were û wiha domand: "Divê ev aliyên navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabin û bi taybet Koalîsyona Navneteweyî ku bi hevkariya QSD'ê şerê DAIŞ'ê dike". Sîpan Can pirsyar kir ku gelo kanî çapemeniya hêzên Koalîsyona Navnetewî çima van destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî welatiyên herêmê naşopînin.

Sîpan Can bang li hemû dezgehên çapemeniyê yên Bakurê Sûriyeyê kir ku van destdirêjiyên artêşa Tirk belge bikin û hovîtiya wê li dijî gelên herêmê riswa bikin û rastiya hovîtiya dewleta Tirk ji giştî cîhanê re ragihînin.

ANHA