Dewriyeyên hevbeş ên koalîsyon û QSD`ê dest pê kir

Li Kobanê û Girê Spî dewriyeyên hevbeş ên koalîsyonê û QSD`ê dest pê kir.

Dewriyeyên hevbeş ên koalîsyon û QSD`ê dest pê kir
Dewriyeyên hevbeş ên koalîsyon û QSD`ê dest pê kir
Dewriyeyên hevbeş ên koalîsyon û QSD`ê dest pê kir
2 mijdar, 2018   12:08

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê û Girê Spî îro di saetên sibê de dewriyeyên hevbeş ên Koalîsyonê Navdewletî û QSD`ê li ser gundên li ser sînor piştî êrîşên dewleta Tirk, dest pê kir.

Di dewriyeyê de erebeyên leşkerî yên koalîsyonê, erebeyên QSD`ê, her wiha leşkerên Koalîsyona Navdewletî hene.

Dewriyeyên hevbeş li bajarokê El-Şiûx ê li ser sînor dest pê kir û ber bi bajarê Kobanê ve çûn û paşê berê xwe da bajarê Girê Spî.

Dewriyeyên hevbeş piştî êrîşên dewleta Tirk a dagiker li ser gundên kantona Kobanê û Girê Spî ku di encama wê de endamekî hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa (12) şehîd bûn, dest pê kir.

(bx)

ANHA