Li Iraqê 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Heşd El-Şebî ya Iraqê ragihand ku di çalakiya leşkerî li Wadî El-Sersar de 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li Iraqê 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
1 mijdar, 2018   12:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Heşd El-Şebî û balafirên artêşê îro sibehê dest bi çalakiya li Cizîrê ya başûrê El-Hedir li rojavayê Cizîrê El-Sêniyê li bajarê Selahadîn kir.

Fermandarê Çalakiyên Selahadînê ya Heşd El-Şebî Sefa El-Sedî ragihand ku li Wadî El-Sersar 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek çek û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin. El-Sedî di daxuyaniyê de wiha got: "Hêzên El-Ewlewiyê 51, 31 û 6 di çalakiyên Selahdîn a Heşd El-Şebî û hêzên ji Fermandariya 44 di çalakiyên Heşd El-Şebî li Nînewa û artêşa Iraqê bi hevkariya balafirên artêşê çalakiyek li Wadî El-Sersar li dar xist."

El-Sedî wiha domand: "Artêşa me dikaribû xwe bigihanda Cisir Um El-Ekarib ku çalakiyên paqijkirinê lê pêk tînin."

Iraqê di Berfanbara 2017`an de ragihand ku hemû xaka wan ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.

(jo)