Cotkarên Girê Spî... Di nav bicihanîna lêçûn û amadekariyê mewsima nû de mane

Piştî ku hilberîna pembo rastî ziyanên mezin hat, cotkarên Girê Spî ji ber kêm jêdera debarê bi gazinc in, ji lewra hindek ji wan neçar man pereyan deyn bikin û hejmarek din jî zeviyên xwe bûr hiştin.

Cotkarên Girê Spî... Di nav bicihanîna lêçûn û amadekariyê mewsima nû de mane
Cotkarên Girê Spî... Di nav bicihanîna lêçûn û amadekariyê mewsima nû de mane
Cotkarên Girê Spî... Di nav bicihanîna lêçûn û amadekariyê mewsima nû de mane
Cotkarên Girê Spî... Di nav bicihanîna lêçûn û amadekariyê mewsima nû de mane
14 cotmeh, 2018   09:42

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Çandinî ji girîngtirîn jêdera debara şêniyên kantona Girî Spî ye. Tevî ku ev çend sal in, çandinî li herêmê têk diçe dîsa jî şênî xebatên xwe yên çandiniyê didomînin.

Ji ber têkçûna hilberîna pembo ya îsal li kantona Girê Spî ku bi qasî ji sedî 70'ê ziyan bi cotkaran bûye. Piraniya cotkaran dîsa jî neçar in lêçûna çandiniyê bidin û neçar dimînin ku pereyan deyn bikin.

Bi destpêkirina amadekariyên çandina mewsima zivistanê re, hejmarek cotkar ji bo ku berhemên genim û ceh biçînin neçar man pere deyn bikin.

Cotkarên bajarokê El-Hîşê zeviyên xwe bi motoran av didin. Ew jî bi xwe re lêçûna çandiniyê li herêmê zêde dike.

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Mistefa El-Şihazê yê ji bajarokê El-Hîşê  got: "Ji bo ku em ziyanên xwe derbas bikin û lêçûnên xwe bi cih bînin, divê em pereyan deyn bikin."

Mistefa wiha domand: "Di mewsima îsal de hindek cotkar nikarin biçînin û hinek din jî ji bo çandina mewsima zivistanê pereyan deyn dikin."

Têkildarî heman mijarê cotkarê bi navê Hemûd El-Egle got: "Ji ber têkoçûna hilberîna bempo bi awayekî mezin bi rêjeya ji sedî 70'ê em neçar man pereyan deyn bikin. Ji bo ku ez deynên xwe bidin, niha ez mecbûrim parçeyek ji zeviyê xwe bifroşin."

Her wiha her du cotkar Mistefa El-Şihazê û Hemûd El-Egle bang li komîteya Çandiniyê ya herêmê kir ku ji bo mewsima çandiniya ya zivistanê alîkariya cotkaran bikin û semad û tov bi deyn ji cotkaran re peyda bikin.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Çandiniyê yê bajarokê El-Hîşê Ebdullwehab El-Diyab got: "Zeviyên bajaro kê El-Hişê ji avê çemê El-Belîx bi rêya motoran( jeneratoran)tên avadan. Ji bo destekdayîna cotkaran komîteyê ji bo her dinomek zevî û li gorî cureya ceneratorê 3 lître mazot li wan belav kir. lê dîsa jî ev destek têra lêçûna cotkaran nake. Ji ber wê cotkar neçar dimînin mazotê ji sûka reş bikirin."

Tê destnîşankirin ku piştî rawestandina hilmija avê ya stasyona Til El-Simin, ava pêwîst ji bo avdanê ji bajarokê El-Hîşê qut bû. Ji ber wê cotkar neçar man toreyên avdanê ji çemê El-Belîx bi rêya motoran bikşînin zeviyên xwe.

(şx)

ANHA