2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin oxirkirin

Îro bi sedan welatiyên Dêrazorê, gundên Ebo Xeşeb û Cirwan ên rojavayê Dêrazorê cenazeyên 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mazin Nezal û Ziyad El-Casim oxir kirin.

3 cotmeh, 2018   13:08

DÊRAZOR

Bi sedan welatiyên Dêrazorê, hevserok û endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, nûnerên Komîteya Perwerdeyê û Saziya Malbatên Şehîdan, fermandar û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di merasîma oxirkirinê de amade bûn.

Şêniyên bajarê Dêrazorê cenazeyên her du şehîdên ku di 30'ê Îlonê de dema ku bi erka xwe ya leşkerî ya paqijkirina mayinan radibûn li navçeya Cirwan a girêdayî bajarokê Ebo Xeşeb şehîd bûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ve ketin rê.

Li goristanê toraneke leşkerî ji aliyê endamên Asayîşê ve hate lidarxistin. Paşê endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê Basim Teyf axivî û wiha got: "Dema ku endamek şehîd dibe, tu axaftin têrê nakin, ji ber ku di rêzgarkirina welatan de lehengiyekê pêk tînin û şehîd dibin."

Paşê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif axivî û wiha got: "Şehîd dibin mûm û ji gelan re pê dikevin, em ê rêya şehîdan bişopînin heta ku em bigihîjin azadî û demokrasiyê."

Piştre gelek axaftin ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeyê Mihened El-Esaf, li ser navê Komîteya Oldaran Mihemed El-Fenan, bi navê Navenda Jinan Zehra El-Tayê û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Wîsal Hezaî, hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku şehîdan rêya wan ronî kir ji ber ku tiştê herî giranbuha dan ji bo ku ew bigihîjin azadî û demokrasiyê.

Paşê nasnameyên şehîdan ji aliyê rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Wefaa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbatên şehîdan kirin. Di nava tilîliyên dayikan de her du şehîd hatin oxirkirin.

(jo)

ANHA