Li Rimêlanê şahiyek ji bo teşwîqkirina xwendinê

Bi armanca teşwîqkirina zarokan bi xwendinê, Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê  ya bajarê Rimêlanê, şahiyek ji bo şagirtên dibistana El-Sewre ya asta seretayî orgenîze kir.

Li Rimêlanê şahiyek ji bo teşwîqkirina xwendinê
2 cotmeh, 2018   14:28

QAMIŞLO

Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarê Rimêlanê, bi armanca teşwîqkirina şagiratn bi xwendinê rêze şahî dane destpêkirin.

Şahiya yekem li dibistana seretayî El-Sewra ya bajarê Rimêlanê hate lidarxistin.

Di şahiya îro de koma Şehîd Serhed a zarokan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Rimêlanê stranên zarokan pêşkeş kirin.

Şahî bi belavkirina pêdiviyên dibistanan li şagirtan ji aliyê Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê bi dawî bû.

(şx)

ANHA