Di bin navê Rojava de xwe birêxistin kirin

Ciwanên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ku penaber bûne di bin navê Rojava de tîmekî xwe yê fotbolê ava kirin.

Di bin navê Rojava de xwe birêxistin kirin
Di bin navê Rojava de xwe birêxistin kirin
Di bin navê Rojava de xwe birêxistin kirin
Di bin navê Rojava de xwe birêxistin kirin
2 cotmeh, 2018   05:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke ciwanên Rojava yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ku di demên cûda de penaber bûne û li Austriya bi cih bûne, bi sponseriya Komeleya Kurdî ya li Viyannayê di sala 2016'an de tîmekî xwe yê fotbolê bi navê Rojava ava kirin.

Piştî şeş mehan ji damezrandina tîma Rojava, beşdarî lîga gelêrî ya Austriya bû  û heta niha beşdarî 25 matçan bûye û di hemû matçên xwe de bi ser ketiye. Tîma Rojava di 20 matçan de bi ser ket û di 5 matçan de jî hevseng bi dest xwe ve aniye û niha di rêjeya çaremîn a Austriya de yek ji tîmên herî xurt e.

Di sala 2018'an de tîma Rojava destûra xwe ya fermî ji lîga Austriya ya Yekîtiya Werzîşa Austriyayê wergirt.

Tîma Rojava niha cihê xwe di rêjeya çaremîn a lîga Austriya de digger û di nava koma KLASSE2 de dilîze û heta niha 5 matçên xwe serkeftî bi dawî kirin.

Çavdêrê Tîma Rojava Ferzat Cemîl ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku Yekîtiya Werzîşê ya Austriya li hemberî tîma wan matmayî maye û ji wan re gotiye ku eger tîma Rojava serkeftinên xwe bidomîne dê rasterast derbasî rêjeya duyemîn a lîga Austriyayê bibe.

ANHA