Rûspiyên Şêxmqsûd banga rawestandina şerê li Sûriyeyê dikin

Rûspiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên hiqûqî yên navdewletî kir ku bi erka xwe rabin û şerê li Sûriyeyê ku ev 8 salan dewam dike rawestîne.

Rûspiyên Şêxmqsûd banga rawestandina şerê li Sûriyeyê dikin
19 îlon, 2018   19:35

HELEB

Daxuyaniya bi amadebûna bi dehan şêx û rûspiyên taxê ji aliyê Şêx Elî Hesen ve hate xwendin.

Elî Hesen, balkişand li ser şerê ev 8 salên li Sûriyeyê rû û encamên wê û wiha hate gotin: "Terorîst û çete ji tevahî cîhanê ji bo kuştin, rûxandin û xirabkirin, li welatê me hatin komkirin. Dewletên herêmî destek dide van terorîstan da ku wan li gorî berjewendiyên xwe bidin bi karanîn. Ev hemû li pêşberî çavê her kesî pêk tên, lê tu kes dengê xwe nake."

Di daxuyaniyê de, dewleta Tirk hate şermezarkirin ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê komên terorîst derbasî herêmê kirin û bû sedema dirêjkirina temenê aloziyê.

Rûspiyan, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên hiqûqî yên navdewletî û xwedî wijdan kirin ku bila şerê li Sûriyeyê û rihandina xwîna gel rawestîne û got: "Bi hev re em Sûriyeke demokratîk, pirreng û ne navendî, bi ewle ji bo hemû gelên herêmê ava bikin."

ANHA