Bargeha dawî ya DAIŞ‘ê li rojhilatê çemê Firatê Hecîn e

Bi ragihandina qonaxa dawîn ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina Terorê" re bala her kesî diçe ser bargeha dawî a çeteyên DAIŞ‘ê ya li rojhilata çemê Firatê ku ew jî bajaroka Hecîn e. Hecîn wekî bargeheke stratîjîk a çeteyên DAIŞ‘ê tê naskirine.

Bargeha dawî ya DAIŞ‘ê li rojhilatê çemê Firatê Hecîn e
15 îlon, 2018   06:20

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Bajaroka Hecîn girêdayî herêma El-Bûkmal a Dêrazorê li rexê çep ê çemê Firatê dikeve, hejmara  niştecihên wê li gorî serjimariya 2004‘an 97,870 kes in.

Dîroka bajarok

Dîroka avakirina bajaroka vedigere 265 salan. Herî zêde dev lê têne xwedîkirin ji ber vê yekê navê wê Hecîn ku bi zimanê Kurd tê wateya deve.

Li gel devan jî, xezal, kîvroşk, sewalên bejî jî pir in, bi şînbûyîna xweza û başbûna axa xwe tên nas kirin, her wiha darên wekî merx lê pir in.

Hecîn 110 km dûrî bajarê Dêrazorê dikeve û 35 km dûrî El-Bûkmal e, ferehiya wê ji bilî devera çol qasî 250 km2, ferhaniya beşê çol jî derdora 1250 km2.

Bajaroka Hecîn wekî navenda navçeyê tê nasîn, ji gelek gund û mezreyan pêk tê, "Giranîca Rojhilat, Giranîca Rojava, Kişkiyê, Ebû Hemam, Behra, Hewama, Ebû Xatir û Ebû Hesen". Di bajarokê de gelek tax hene, wekî "Taxa Sûq, Hewar, Qela, Işrîn"

Şêniyên Hecîn genim, pembo, celemeya şekir, zebze û xurme diçînin, her wiha sewalan wekî pez û çêlekan xwedî dikin.

Niştecih

Êlên bajaroka Hecîn "El-Bû Hredan, El-Bû Xatir, El-Demîm, El-Bû Hîzai ku ji dewletên kendava ereban û Iraqê hatine" bi cih dibin. Hejmara Kurd û Tirkam û Erebên ji eşîreya Cehiş 3% ne.

Hecîn û destpêka aloziya Sûriyeyê

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re, komên navê "Artêşa Azad" li xwe dikin sala 2013‘an, piştî vekişandina hêzên rêjîmê, bajarok girtin. Çekdarên vê kom bi pereyan û îdiayên din ciwanên bajaroka xapandin û tev li hêza xwe kirin. Piştî çend mehan "Artêşa Azad" herêm radestî çeteyên DAIŞ‘ê kirin. Çeteyên DAIŞ‘ê komkujî der heqê ciwanên ku tev li Artêşa Azad hatin kirin pêk anîn.

Pêngava rizgarkirinê

QSD di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi dehan gund û merze li rojhilatê çemê Firatê rizgar kirin, her wiha sînorê Iraqê ji çeteyan paqij kirin.

Li ser banga şêniyên bajaroka Hecînê Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 11`ê Îlonê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" ragihand û berê şervanan li Hecîn e.

(bb)

ANHA