Dewleta Tirk şandina cebilxaneyê ji bo komên terorîst didomîne

Dewleta Tirk a dagirker şandina cebilxaneyê ji çeteyan re didomîne, her wiha şer di navbera hêzên rêjîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ`ê de li Tilûl El-Sefa didome.

Dewleta Tirk şandina cebilxaneyê ji bo komên terorîst didomîne
13 îlon, 2018   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavdêran ku karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker di rêya korîdora Kefer Losîn a sînorê bakurê Idlibê re derabasî xaka Sûriyeyê bû. Karwanê leşkerî îro di bû 2 beş. Beşa yekemîn ber bi nuqteyeke dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Mork a gundewarên bakurê Hemayê ve çû û beşa din jî ber bi nuqteya El-Sermana ya gundewarên bajarê Meret El-Neman ve. Karwan ji tank, amadekariyên leşkerî û lojîstîk pêk dihat.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya operasyonên leşkerî li Idlibê de ku li gorî Rûsyayê û hêzên rêjîmê nêz bûne, şandina çek û cebilxaneyê ji komên terorîst ên li wê derê re didomîne.

Ji aliyekî din ve jî şer li beyara gundewarên Şamê yê nêzî sînorê parêzgeha Siwêdayê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û rejîmê de didome. Şer li herêma Tîlal El-Sefa pêk tê. Her wiha di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de li cihên ku şer lê didome topbaran tê kirin.

Li gorî Navena Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li herêmên ku şer lê didome metirsî li ser jiyana 30 zarok û welatiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin, heye.

(bx)