Xezeba Zeytûnê; çeteyekî din hate kuştin

Odeya çalakiyan a  Xezeba Zeytûnê diyar kir ku çeteyê bi navê Fayiz Salih El-Tahe yê ku bi navê Ebû Salh El-Xûtanî tê naskirin di çalakiyek taybet a şervanên wan de hate kuştin.

Xezeba Zeytûnê; çeteyekî din hate kuştin
6 îlon, 2018   12:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera xwe ya fermî  weşandiye, diyar kir ku şervanên wan li ser rêya Cindirês – Efrînê çalakiyeke pêk anîn û di enacma wê de çeteyê bi navê Fayiz Tahe yê ji bajarê Dûma ya gundewarên Şamê hate kuştin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tê tekezkirin ku çeteyên ku ji hemû bajarên Sûriyeyê hatine û li pey xwe bajar û gundên xwe hiştine û li Efrîna pîroz kom bûne, mal û milkên welatiyan talan dikin, şêniyan êşkence dikin, êdî nikarin xwe ji şervanên me yên ku li hemû herêm û gundewarên Efrînê kom bûne û çalakiyan li dijî wan pêk tînin, biparêzin.

Ji van çalakiyan, çalakiya li dijî çeteyê bi navê Fayiz Salih El-Tahe yê bi navê Ebû Salih El-Xûtanî tê naskirin û ji çeteyên El-Cebhe El-Şamiye ye.Ji bajarê Dûma yê gundewarên Şamê ye. Ew çete ji alî şervanên me ve hate kuştin, li cihekî ne diyar hate definkirin da ku her tim hesret di dilê  malbata wî de bimîne û wî li gorî xwesteka xwe wî veneşêrin.

Çeteyê bi navê Fayiz El-Tahe texmîn dikir ku qey ew tu carî derbarê kiryarên xwe li dijî şêniyên Efrînê nayê cezakirin. Wî ji çalakiyên me yên berê li dijî çeteyan ders negirt. Ji ber wê çalakiya şervanên me li ser rêya Cendirês – Efrînê nameyek ji hemû çeteyan re bû. Ji bo ku baş zanibin ku ew li ku derê bin dê şervanên me xwe bighînin wan û hesab ji wan bixwazin."

(bx)