HPG`ê nasnameya du şehîdan ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand li Payizava ya Wanê, 22’yê Tebaxê di şer de du gerîla şehîd bûne  û nasnameya wan ragihand.

HPG`ê nasnameya du şehîdan ragihand
HPG`ê nasnameya du şehîdan ragihand
HPG`ê nasnameya du şehîdan ragihand
1 îlon, 2018   11:31

NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê got, ‘’22’yê Tebaxê saet 12.30’an artêşa TC’ê ya dagirker li qada Tirşinê ya Payizava ya Wanê operasyonek dane destpêkirin’’.

Daxuyaniya HPGê wiha ye:

 ‘’Hêzên dagirker bi balafirên şer û helîkoptêrên tîpê kobra qad bombe kirine û piştî bombekirinê helîkoptêrên skorskyê leşker li qadê danîne. Piştî ku leşker hatine danîn, di navbeyna hêzên me û leşkerên dagirker de şerekî giran rû daye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn, hevalên me Dijwar û Rûken ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin, şehîd bûn.

Agahiya nasnameyê ya du gerîlayên ku şehîd bûne, wiha ye:

Nasnav:  Dijwar Colemêrg

Nav û Paşnav: Yilmaz Aşan

Cihê Jidayikbûnê: Mersîn

Navê Dayik - Bav: Caziye - Omer

Cih û Dema Şehadetê: Wan / 22’ê Tebaxa 2018’an

*****

Nasnav:  Rûken Faraşîn

Nav û Paşnav: Nîharî Yacan

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Hezni - Omer

Cih û Dema Şehadetê: Wan / 22’ê Tebaxa 2018’an