Şervanê DKPê Kasirga hat bi bîranîn

Şervanê DKP’ê Mehmet Alî Kasirga ku bi Fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr re li Dêrsimê di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dayî bi merasimek leşkerî hat li bîr anîn.

Şervanê DKPê Kasirga hat bi bîranîn
29 tebax, 2018   17:37

HESEKÊ

Partiya Komînar a Şoreşger (DKP) û Hêzên Yekbûyî ya Azadiyê bi merasîmek leşkerî şervanê xwe Mehmet Alî Kasirga (Bairş Mûstefa Kalafat) li bîr anî. Kasirga di  13’ê tebaxê de bi Fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr re li navçeya Dêrsim Pulumurê di şerê li hemberî dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabû. Merasim li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê pêk hat. Endamên DKP- BOG, TÎKKO, MLKP, THKP-C/MLSPB,Hêzên Enternasyonalîst, MKP, TKEP/L, BOG, YPG, Asayîşa Til Temîr û Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temîr tev li merasimê bûn. Di merasimê de posterê Mehmet Alî Kasirga hat daliqandin.

Merasim bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê DKP’ê Mistefa axivî û diyar kir ku ew rêhevalê xwe Mehmet Alî Kasirga yê ku bi fermandar Atakan re bêmirin bûye li bîr tîne û wiha got: “Rêheval Kasirga di temenê xwe yê biçûk de tevlî tekoşînê bûye. Rêheval Kasirga bû nûnerê gelê çerkez ê ku hatî çewisandin. Li dijî sîstema faşîst a ku xwe bi sazîbûn kiriye, mil bi milê şervanên tekoşîna azadiya gelê Kurd re şer kir. Em hemû dost, gel û hevrêyên xwe vedixwînin tekoşîna li dijî faşîzmê û şoreşa yekgirtî. Em dîsa hemû rêhevalên xwe yên li dijî faşîzmê bêmirin bûne li bîr tînin. Yan serkeftin an serkeftin. Şehîd namirin.”

Li ser navê TÎKKO Cemîl Amed, li ser navê YPG’ê Sarî Hisên, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temîr Cemîle Kako, li ser navê Enternasyonalîstan Kîra axivîn, şehîdên tekoşîna yekgirtî ya li dijî faşîzmê li bîr anîn û soza şopandina rêya wan dan.

Merasîm bi drumaş “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

ANHA