Li Bexda xwepêşandan

Li Bexda bi sedan kesan li dijî destwerdana Amerîka ya di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de xwepêşandan kirin.

Li Bexda xwepêşandan
29 tebax, 2018   16:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Sumernews, îro li herêma kesk a Bexda bi sedan welatiyan li dijî destwerdana Amerîka ya di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de xwepêşandan lidarxistin.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên 'Pêkanîna hikûmetê hilbijardeya gel e ne ya Trûmp e', 'Yên li gel McGurk dicivin xiyanetê li xwîna şehîdan dikin' û 'Destwerdana Amerîka bi îradeya gel lîstine' berz kirin