Hêzên rêjîmê dergehê Ebû Zihûr ê Idlibê girt

Îro serê vê sibê hêzên rêjîmê dergehê Ebû Zihûr ê gundewarê başûrê Idlibê girt, piştî ku hefteyekê li pêşiya derketina welatiyan ji herêma Idlibê vekirî mabû.

Hêzên rêjîmê dergehê Ebû Zihûr ê Idlibê girt
Hêzên rêjîmê dergehê Ebû Zihûr ê Idlibê girt
Hêzên rêjîmê dergehê Ebû Zihûr ê Idlibê girt
27 tebax, 2018   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rêjîmê di bin çavdêriya hêzên Rûsyayê de di 20'ê vê mehê de dergehê Ebû Zihûr ê  başûrê rojhilatê Idlibê li pêşiya derketina welatiyên sivîl ji parêzgeha Idlibê û deverên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de, ber bi deverên di bin serweriya hêzên rêjîmê de vekiribû. Hêzên rêjîmê piştî ku bi hezaran welatiyên sivîl ji herêmê derketin, îro dergeh careke din girt.

Li gorî serjimariya di van heft rojan de bêtirî 90 hezar kes ji herêma Idlibê di vê dergehê re derketine.