Meclisa Kantona Girê Spî ji bo xizmeta gel di nava seferberiyê de ye

Meclisa Kantona Girê Spî ji destpêka avabûna xwe de bê navber karûbarên welatiyan dimeşîne û hewl dide di hemû aliyan de guhartinên bingehîn ji bo xizmeta gel çêbike.

Meclisa Kantona Girê Spî ji bo xizmeta gel di nava seferberiyê de ye
Meclisa Kantona Girê Spî ji bo xizmeta gel di nava seferberiyê de ye
Meclisa Kantona Girê Spî ji bo xizmeta gel di nava seferberiyê de ye
Meclisa Kantona Girê Spî ji bo xizmeta gel di nava seferberiyê de ye
Meclisa Kantona Girê Spî ji bo xizmeta gel di nava seferberiyê de ye
24 tebax, 2018   08:56

MED SELÛM / GIRÊ SPÎ

Piştî rizgarkirina Kantona Girê Spî, Meclisa Rûspiyan destpêkê hate avakirin û piştre komîn hatin avakirin. Komîn di birêxistinkirina bajêr û gundewarên wê û çareserkirina hemû pirsgirêkan û peydakirina xebatên xizmetguzariyê de rolek sereke lîst.

Hilbijartin di Kanûna vê salê de bi rêya 2 lîsteyan (Netewa Demikartîk û serbixwe) hatin kirin. Gelek partiyên siyasî tev  hilbijartinan bûn. Di encamê de meclisên bajarok, navçe û kantonê hatin avakirin. Meclisa kantonê, sîwana herî bilin û aliyê rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajêr û bajarok û navçeyên Girê Spî ye. 

Sazmaniya rêveberî ya kantonê

Meclisa bajarokê ji hevserokatî û 7 endamên meclisê pêk tê. Meclisa navçeyê ji hevserokatî, cîgir û 42 endaman pêk tê. Meclisa kantonê ji hevserokatî, 3 cîgir, 62 endam û komîteyek şopandina xebatên meclisa kantona pêk tê.

Meclisa kantonê 10 komîteyan wê hene;  şaredariyan, aborî, çand û huner, dadgeh, karûbarên civakî, jin, tendrûstî, ciwan, parastina civakê û komîteya perwerdê û fêrkirinê.

Komîteya Şaredariyan ji 12 endam, 2 endamên şopandinê û berdevka/ê komîteyê pêk tê. Karê wê şopandina xebatên şaredariyên kantonê û navçeyên wê ye.

Komîteya Karûbarên Civakî, xebatên erkdarkirina ciwan li navçe, bajar û gundên girêdayî wê dişopîne. Komîte ji Desteya Karûbarê Şehîdan, erkdarkirina ciwanan li kantonê, rêxistin û komeleyên herêmî û El-Ewqaf pêk tê.

Berdevkê Komîteya Karûbarên Civakî Wehîd El-Ebdulah diyar kir ku di navber hemû komîteyên navçe û bajarokan de koordîne heye.

Her wiha komîte ruxsetan dide rêxistinên cîhanî û komeleyên herêmî di nav sînorên kantonê de. Bi armanca şopandina xebatên van rêxistinan civînên asayî ji wan re tê lidarxistin.

Xebat û erkên meclisa kantona

Hevserokê Meclisa Kantonê Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku ji ber nezanîna welatî û kêm tecrîbeyên endamên komîn an meclisa navçeyê, welatî ji bo çareserkirina pirsgirêkan yekser berê xwe dide meclisa kantonê û wiha pê de çû: "Ya her rast û li gorî rêziknameya hundirîn a meclisa kantonê divê welatî ji bo çareserkirina pirsgirêkekê yan daxwaziyekê destpêkê biçe komîna xwe."

Her wiha El-Ebid bang li welatiyên kir ku erkên komîn, meclisa navçeyê û kantonê nas bikin.

Li gorî rêziknameya meclisa kantonê her 15 rojan carekê civîna xwe ya asayî lidar dixe û raporên xebatan dinirxîne.

Raporên xebat û pêşniyarên meclisên bajarok, navçe û hemû saziyên kantonê ji meclisa kantonê re tên şandin.

Hemû rapor, navên karmend û fonên wan li dîwana Meclisa Kantonê tê erşîfkirin û her wiha Dîwana erşîfê destûran jî dide.

Projeyên pêşerojê

Meclisa kantonê gelek projeyên pêşerojê dane ber çavê xwe. jê veqetandina budçeyên komîteyên şaredariyan ji bo sererastkirina riyan. Serdana malbatên ku zarokên wan ji ber şerên li herêmê reviyane û destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê û talankirina mal û milkên de welatiyan tune ye dê bikin. Her wiha ew welatî dikarin vegerin malê xwe û cihê xwe di nav saziyên sivîl de bigire. 

(şx)

ANHA