‘Divê çapemeniya kurdî polîtîkeyên Tirkiyeyê teşhîr bike‘

Rojnamevan Îbrahîm Bereket diyar kir ku divê çapemeniya kurdî binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bişopîne û ragihîne û her wiha di pêngava bê de rola xwe bilîze.

‘Divê çapemeniya kurdî polîtîkeyên Tirkiyeyê teşhîr bike‘
17 tebax, 2018   08:26

EHMED SEMÎR - KELSÛME ELÎ / QAMIŞLO

Herêmên başûrê Kurdistanê beriya çend mehan ve di nav bêdengiya dezgehên cîhanî û hin dezgehên kurdî de rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê. Rojnamevanê kurd Îbrahîm Berekat destnîşan kir ku divê çapemeniya kurdî bi erkên xwe ji bo xuyakirina rastiya binpêkirinên dewleta Tirk û timayên wê li başûrê Kurdistanê rabe.

Îbrahîm diyar kir ku serokê  dewleta Tirk Erdogan bi dagirkirina Efrînê re xwe wekî avgîrekê kir û dê nikaribe bi saxlemî jê derkeve. Tevî wê jî pirsgirêkên Tirkiyeyê yên hundirîn di hemû astan de û daketina lîreya Tirkiyeyê li hemberî dolarê.  

Her wiha Berekat destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk li ser başûrê Kurdistanê di nav sergirtiya dezgehên cîhanî de pêk tên. Her wiha diyar kir ku çapemeniya cîhanî niha bi berjewendiyên dewletan ve girêdayî ye û wiha got: "Çapemeniya cîhanî dewlet çi bixwazin wê berbiçav dikin, ji ber wê em sergirtiyeke pergalî ji aliyê çapemeniya cîhanî ve li hemberî êrîşên li ser Başûr dibînin." 

Berekat tekez kir ku erka yekemîn a çapemeniya kurdî ew e ku raya giştî ya hundirîn kom bike û destwerdana Tirk û timayên Tirkiyeyê li Başûr nîşan bide. Erka duyemîn gihandina vê nameyê ji raya giştî ya cîhanî re ye, ji bo xuyakirina timayên dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê.

Di berdewama axaftina xwe de Berekat destnîşan kir ku divê çapemeniya kurdî li ser milên xwe weke erkên pêngavî û bilez bûyerên ku li Başûr pêk tên hilgire, ji ber ku gelek dezgehên kurdî êrîşên dewleta Tirk paşguh dikin.  

(şx/ew)

ANHA