Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî yên herêma Firatê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikumeta AKP`ê dixwaze çavên civaka Tirkiyeyê ji ser aloziya hundirîn, siyasî û diravî bibe û şerê kurdan dike.

Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin
16 tebax, 2018   11:19

KOBANÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî yên herêma Firatê topbarana balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê û komkujiyên ku li ser Kurdan pêk tîne, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li pêşiya navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ehmed Xoce ve hate xwendin.

Nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokên desteyan, endam û rêveberên meclisa kantona Kobanê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî yên herêma Firatê kiryarên hovane yên hikumeta AKP`ê ku di roja salvegera komkujiya Koço ya ku bi sedan şêniyên Şengalê tê de bûn qurban, li herêmên Kurdan êrîşan pêk tînin, dikin hedef û alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dike, şermezar dikin.

Her wiha hate destnîşankirin ku tevgera azadiyê parastina Şengalê kir û ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, lê hikumeta AKP`ê ku alîkariya terorê dike di rêya wekîlên xwe de li herêmê hewl dide armancên xwe pêk bîne û tevgerên kurdan têk bibe û li Şengal, Efrîn û herêmên din ên kurdan tola xwe ji kurdan hilîne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate tekezkirin ku hikumeta AKP`ê dixwaze çavên civaka Tirkiyeyê ji ser aloziya hundirîn, siyasî û diravî bibe û şerê kurdan dike.

Di dawiyê de bang Ii rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hemberî komkujiyên Erdoganê faşîst û siyaseta wî li dijî gelê Kurd bê deng nemînin û helwestên xwe nîşan bidin.

(bx/ew)

ANAH