Balafirên şer ên Tirkiyê dîsa Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Metîna ya bajarê Amediyê ya Başûrê Kurdistanê barandin.

Balafirên şer ên Tirkiyê dîsa Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
13 tebax, 2018   13:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Metîna ya bajarê Amediyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Bombebaran seat 15:20’an de pêk hat û rez û baxçeyên gundiyan zirar dîtin.