Li Reqayê goreke komî ya kuştiyên DAIŞ‘ê hate dîtin

Li bajarê Reqayê gorek komî ya cenazeyên sivîlan û kuştiyên DAIŞ‘ê hate dîtin.

Li Reqayê goreke komî ya kuştiyên DAIŞ‘ê hate dîtin
11 tebax, 2018   13:33

REQA

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Komîteya Jinûve Avakirina Reqayê vê sibehê li qada Panorama ya dikeve başûrê bajêr  li ser riya otostrad Heleb- Reqa, nêzî deriyê ketina bajarê Reqayê goreke komî ya cenazeyên sivîl û çeteyên DAIŞ‘ê dîtin û 9 cenaze rakirin kirin.

Rêveberên Komîteya Destwerdana Destpêkê texmîn dikin ku ji cenazeyê kesên biyanî jî hebûn.

Komîteyê xebatên derxistina cenazeyên didomîne û bi rêbazên rewa vedişêrin.