Cenazeyê şehîd Can Amûdê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Mihemed Yûsif (Can Amûdê) yê ku dema erka xwe ya leşkerî li kantona Hesekê pêk dianî şehîd bûye, li mezara Şehîd Îsmaîl Hogir a navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Can Amûdê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Can Amûdê hate oxirkirin
Cenazeyê şehîd Can Amûdê hate oxirkirin
11 tebax, 2018   10:50

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, endamên meclîs, welatiyên sivîl, xizmetkar, şervanên YPJ/YPG'ê tev li merasîma oxirkirina şervanê YPG'ê Can Amûdê bûn.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ziwer Elî axivî û diyar kir ku şervanên YPJ/YPG'ê bi têkoşîn û berxwedaniya xwe tekez dikin ku ew ji bo parastina gelan û hemû pêkhateyan amade ne.

Di merasîmê de fermandarê YPG'ê Berxwedan Amûdê diyar kir ku şehîd Can ji rojên destpêkê yê şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyê bi awayekî çalak beşdarî xebatên berxwedanê bûye û parastina gel û axa xwe kir.

Paşê belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Can hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Can di nava dirûşmeyên dilsozya bi şehîdan re hate oxirkirin.

(bx)

ANHA