′Serkeftinên QSD`ê dê Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibin′

Fermandarê giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar Ehmed El-Sultan ku bi navê Ebû Erac tê naskirin, got ku serkeftinên mezin ên ku QSD`ê li dijî terorê bi dest xistin, dê Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibin.

′Serkeftinên QSD`ê dê Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibin′
′Serkeftinên QSD`ê dê Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibin′
′Serkeftinên QSD`ê dê Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibin′
5 tebax, 2018   12:33

GIRÊ SPÎ

Li Akademiya Şehîd Serhed a navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî merasîma bidawîkirina 2 dewreyên perwerdeya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate lidarxistin.

Bi tevlêbûna fermandarên QSD`ê Akademiya Şehîd Feyad Şiblî dewreya perwerdeyê ya bi navê ‘Dewreya Şehîd Serhed Salûk’ û Akademiya Şehîd Sariya Ronahî dewreya bi navê ‘Dewreya Şehîd Zûhat Kobanê’ bi dawî kirin. Dewreya yekemîn bi tevlêbûna 21 endaman û ya duyemîn bi tevlêbûna 33 endaman dest pê kiribû.

Her du dewreyên perwerdeyê 45 rojan dewam kir. Di her du dewreyan de perwerdeyên li ser çekan hatin dayîn. Her wiha dersên taybet bi cureyên mayinan û rakirina wan hatin dîtin.

Merasîma bidawîkirina dewreyan li Akademiya Şehîd Serhed hate lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de fermandarê giştî yê Ceyş El-Siwar Ebû Erac axivî û got pêwîst e hemû ciwan ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji çeteyan, tev li refên nava QSD`ê bibin. Ebû Erac tekez kir ku serkeftinên mezin ên ku QSD`ê li hemberî terorê bi dest xistine, dê Sûriyeyê ber bi başbûn û aramiyê ve bibin.

Ebû Erac destnîşan kir ku divê hemû şervan li gorî sîstem û perspektîfên leşkerî di asta herî jor de tev bigerin. Ebû Erac hêviya serkeftinê ji şervanan re xwest.

Paşê şervanan soz da ku erka xwe ya leşkerî li hemberî ax û gelê xwe pêk bînin. Merasîm bi xelekên govendê bi dawî bû.

(bx/ew)

ANHA