‘Em soza vegera Efrînê wekî israra şengaliyan ya vegerê didin’

Bi boneya 4'emîn salvegera komkujiya Şengalê, Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û got ku dîrok bi rêbazên cuda xwe nû dike û her tim gelê kurd dibe qurban.

‘Em soza vegera Efrînê wekî israra şengaliyan ya vegerê didin’
2 tebax, 2018   12:11

EFRÎN

Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê bi boneya 4'emîn salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û soza vegera Efrînê wek israra welatiyên Şengalê û Kobanê ya vegera warên xwe da.

Daxuyaniya meclisê wiha ye:

"Roj derbas dibin û êş û fermanên der heqê gelê me de li herêmê berdewam dibin. Beriya niha Fermana 73’yan li dijî kurdên êzidî yên li Şengalê pêk hat. Beriya ku dîmenên êş û hovîtiyê di komkujiyê de bi dawî bibin, komkujî derbasî herêma Kobanê bû û di encamê de hate hilweşandin û welatiyên wan perîşan kirin. Piştî ku aliyekî jiyana xwe vejandin û azadiya xwe bi dest xwe ve anîn, careke din li welatê zeytûnan li Efrînê komkujî hatin dubarekirin.

Ji Şengalê ber bi Kobanê û piştre Nisêbîn û Efrînê, komkujî yek e û ji heman jêderê pêk tê, her çi qas rêveber û aliyên ku van komkujiyan pêk tînin, cuda bin.

Bi kurtasî, dîrok bi şêwaz û rêbazên nû xwe nû dike û her tim gelê kurd dibe qurban. Kiryarên sûc û komkujiyan xwedî fikra DAIŞ'î ya Îxwaniya selefî ya radîkal in da ku ne tenê gelê kurd lê belê giştî mozaîka herêmê tune bikin. Bûyerên ku di van demên dawîn de li bajarê Siwêda ya başûrê Sûriyeyê pêk hatine nîşana vê yekê ye û careke din piştrast dike ku niyeta van radîkalan li hemberî kêmneteweyan û bawerî û mezhebên cuda aşkera dike.

Ev 4 sal e di ser komkujî û êşa kurdên êzidî yên Şengala berxwedêr re derbas dibin û hê jî gelek malbatên êzidî li benda vegera welatiyên Şengalê ne. Li gorî belgehên û raporên navneteweyî bi hezaran malbat ku kes winda ne, bêyî ku rêxistinên mirovahî li gorî peywira xwe tev bigerin.

Em wek welatiyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku em koçî herêma Şehbayê hatine kirin, careke din piştrast dikin ku kirinên li Şengalê pêk hatine hê jî li herêmê berdewam in da ku hevgirtina pêkhateyan têk bibin û mozaîka civakî tune bikin. Tevî vê yekê welatiyên me yên berxwedêr hê jî di berxwedana xwe de bi israr in û li benda vegera warên xwe ne.

Gelê me li Şengalê û Kobanê li rex rêveberiyên xwe yên xweser piştrast kirin ku ne pêkan e bi jenosîd û çalakiyên qirkirina komî der heqê gelê kurd de bi hemû pêkhateyên wê, tu armancên desthilatdaran nayên pêkanîn.

Em wek endamên Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê ji her kesî re piştrast dikin ku tişta ku me zêde xemgîn dike ew e ku rêxistinên mirovahî yên navneteweyî li hemberî komkujiyên li dijî welatiyên sivîl hê jî bê deng in.

Ji ber vê yekê wek gelên Rojhilata Navîn ji me tê xwestin ku em hevgirtina xwe xurt bikin û rê li pêşiya komkujî û aloziyan bigirin.

Em soz didin gelê xwe li herêma Şehba ku çawa gelê me li Şengalê û Kobanê bi israr vegeriyan warên xwe, em wek welatiyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê li herêma Şehbayê di berxwedana xwe de ji bo rizgarkirina Efrînê bi israr in."

ANHA