Cenazeyê Merwan Kobanê bi merasîmeke heybet hate veşartin

 Welatiyê Kantona Kobanê şervanê YPG‘ê  Mihemed Ebûd (Merwan Kobanê) yê ku li Reqayê dema erka xwe bi cih di anî şehîd bû, li goristana Şehîd Dicle oxir kirin

1 tebax, 2018   17:03

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Merwan Ebûd (Merwan Kobanê) yê ku li Reqayê dema erka xwe pê di anî bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê spartinê axê.

Girseya gel, wêneyên şehîd, alên YPG, YPJ, TEV-DEM‘ê û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê YPG û YPJ‘ê ve  dest pê kir. Paşê Hevserokê Desteya Xweparastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx axivî û got: "Li pêşberî ev lehengê ku xwest hevalên xwe bi tenê nehêlê dev ji malbatê berda û tevlî refên parastina gelan bû  û îro tevî kerwanê şehîdan azadiyê bû em bejna xwe ditewînin. Şehadet cihê serbilindahiyê  ye.  Cihê şehîdan taybet . Bi saya keda şehîd Merwan û yên mîna wî em li ser axa xwe bi aramî jiyan dikin."

 Her wiha li ser navê PYD`ê Ehmed Xoca sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got:" Heval Merwan xwedî malbatek welatparêz  e ku kedek mezin  daye vê rêxistin. Bi kedan şehîdan em gihiştin vê qonaxê."

Bi navê malbata şehîd, Cemîl Ebûd jî axivî û got: "Di salên 88‘an de me merwanek li çiyayê Kurdistanê oxir kir, îro em merwanekî din li ser axa pîroz oxir dikin. Herger me du merwan oxir kirin bi sedan merwanên din hene ku dê xeta şehîdan bişopînin û çeka wan rake."

Wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbata Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Merasîm bi durişmeyên dilsoziya şehîdan re bi dawî bû.

(şm-sn)

ANHA