Piştî konferansê, Kongreya Star a Helebê xebatên xwe xurtir dike

Kongreya Star a Helebê ji bo bicihanîna biryarên ku di Konferansa Duyemîn a Kongreyê Star de girtibûn xebatên xwe bi awayekî xurtir dimeşîne.

Piştî konferansê, Kongreya Star a Helebê xebatên xwe xurtir dike
1 tebax, 2018   07:11

ROZANA DADO / HELEB

Konferansa 2'yemîn a Kongreya Star a Helebê di 17'ê Tîrmeha vê salê de hatibû lidarxistin. Di konferansê de hat xuyakirin ku jin li taxa Şêxmeqsûd gelek gav avêtine, li hember hemû pirsgirêkê jiyanê sekinî û rolek sereke di hemû aliyên siyasî, rêxistinî û perwerdehî lîst û bi taybet piştî dewreyên zanabûnê ku Kongreya Star vekirin.

Kongreya Star li taxê di bernameyên xwe yên ji bo pêşxistina jinê û çareserkirina hemû kêmasiyên ku li hember pêşketina wê disekinin de berdewam e. Li aliyê din çavên endamên rêveber ên Kongreya Star li ser girîngtirîn bingehên û riya herî guncew ji bo pêşdeçûnê, ye.

Endama Rêveber a Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd Hêvîn Silêman destnîşan kir ku piştî lidarxistina Konferansa 2'yemîn li taxê, kongre gelek kêmasî di xebatên jinê de dît û ew niha hewl dide van kêmasiyan derbas bike û wiha pê de çû:ʺJi wan kêmasiyan ê herî girîng jin rola xwe ya sereke di rêvebirina civakê û her wiha dîroka xwe ya dewlemend paş guh kiriye. Her wiha aliyê aborî li hember hêviyên jinê dibe asteng.ʺ

Hêvîn li gotinên xwe wiha zêde kir û got:" Kongre ji bo desrbaskirina van kêmasiyan û çareserkirina pirsgirêkên jinê yên rojane û yên kar tevî hemû endamên xwe xebat dimeşîne. Her wiha warê perwerdehiyê û Komîteya Dîplomasî xurt dike û warê aborî yê komînal ê jinê bi riya rêze projeyên aborî yên biçûk ku kongreyê di bernameya xwe de danî bûn çalak dike û di rojên pêşiya me de dê werin aktîvkirin".

Ji aliyekî din ve jî, Kongreya Star ji bo vekirina akademiyên perwerdê ji bo hemû jinên taxê bi armanca belavkirina fikira jina azad, xebat dimeşîne.

Girêdayî warê aboriya jinê Hêvîn Silêman got:" Kongreya Star di proje û çalakiyên xwe yên xizmetê jinê dikin û wê ji koletiyê rizgar dikin ta bighêjin civakeke demokratîk ji ber ku jin bingeha avakirna civakane, berdewam e. Ew koletiya ku demeke dirêje jiyan dike û bi saya fikir û felsefeya Rêbarê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan rizgar bû.ʺ

Ji girîngtirîn biryarên konferansê, meşandina kar û têkoşîn ta rizgarkirina Efrînê. Aktîvkirina Komîteya Aborî ji bo jinê. Xurtkirina rêxistinkirina jinê ta bighêjin hemû jinan. Vekirina baxçeyên zarokan ji bo jinên karker. Vekirina akademiyên taybet ji bo jinê. Avakirina komîteya arşîfkirina berxwedana jinê li taxa Şêxmeqsûd. Avakirina komîteyek amadekar ji bo çalakiyên kongreya star.

(şx)

ANHA