Jiyana 64850 zarokan li hemberî metirsiyan rû bi rû ye

Ji ber ambargo dorpêça li ser kantona Şehba û tunebûna alîkariyan gelek pirsgirêkên tenduristî li pêşiya zarokan derketin, nemaze şîrê zarokan jî nayê peydakirin. Rayedarên Heyva Sor a Kurd diyar kir ku jiyana bi hezaran zarokan li hemberî metirsiyan rû bi rû ye.

Jiyana 64850 zarokan li hemberî metirsiyan rû bi rû ye
26 tîrmeh, 2018   05:15

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Ev nêzî 5 meh in welatiyên Efrînê li kantona Şehba bi cih bûne piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê herêma Efrînê dagir kirin. Binesaziya kantona Şehba ji pêşwazîkirina welatiyên Efrînê re ne amade bû û vê yekê hişt ku astengiyên mezin li pêşiya welatiyan û rêveberiyê derbikevin.

Alozî ji ber ne peydabûna pêdiviyên tenduristî dijwartir dibe, tenduristiya welatiyan zarokan weke tê xwestin nayê şopandin. Şîrê zarokan gelekî kêm e û rêjîm jî rê li pêşiya alîkariyên bi welatiyan re digire.

Girêdayî mijarê Rêveberê Heyva Sor a Kurd Reşîd Îbiş diyar kirk u jiyana 64850 zarokan di metirsiyê de ye, nemaze ji ber kêmbûna şîr û lawazbûna rewşa tenduristî. Îbiş da zanîn ku di destpêka hatina welatiyên Efrînê de rewşa dayîkan ne baş bû û vê yekê bandor li şîrê dayîkan kir û nikarin zarokên xwe têr bikin. Heyva Sor a Kurd xwest alîkariyê bi zarokan re bike û bi qasî derfeta xwe şîr ji zarokan re peyda dike.

Îbiş da zanîn ku hejmara zarokên ku şîr li wan hatiye belavkirin di meha borî de yên ku temenên wan di navbera mehekê û salekê de ne 23450 zarok in. Yên temenên wan heta sal û nîvekê ne 41400 zarok in.

Îbiş destîşan kir ku ew di peydakirina şîrê zarokan de rastî gelek astengiyan tên û got ku hin caran ew şîr ji embaran werdigrin lê miqdara tê xwestin nayê peydakirin.

Derbarê şîrê ji embaran tê wergirtin de Îbiş wiha got: "Ev şîrê ji embaran tê wergirtin hin caran pirsgirêkên tenduristî ji zarokan re derdikevin. Hin caran jî ji ber guhertina cûreya şîr di her mehê de ji ber ku di embaran de nayê peydakirin dîsa jî pirsgirêkên tenduristî derdikevin."

Rêveberê Heyva Sor a Kurd Reşîd Îbiş bang li rêxistinên navnetewî kir ku alîkariya lezgîn bi wan re bikin û şîr ji zarokan re peyda bikin.

ANHA