El-Hebîb: Em amade ne ji dan û standinê re û ji projeya Sûriyeya demokratîk venagerin

Di bin konê sersaxiya pismamê xwe de Hikmet El-Hebîb diyar kir ku ew amade ne ji dan û standina re û ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ji bo pêşeroja Sûriyeyê. El-Hebîb wiha got: “Destên me ji bo çareseriyê ji Sûriyeyê re vekirî ne û em dev ji projeya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî bernadin."

El-Hebîb: Em amade ne ji dan û standinê re û ji projeya Sûriyeya demokratîk venagerin
22 tîrmeh, 2018   12:51

KADAR IBRAHÎM /QAMIŞLO

Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet El-Hebîb di bin konê sersaxiyê yê pismamê xwe yê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mihemed Selmo ku di 20`ê Tîrmehê de dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd ket de axivî û diyar kir ku ew li ser rêya şehîdên azadiyê ne.   

Hikmet El-Hebîb zelal kir ku divê kes guhê xwe nede reklamên ku ji aliyê kesên dixwazin deskeftiyên gelên heremê bin pê bikin. 

Hikmet El-Hebîb diyar kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk amade ye ji dan û standinê re û lidarxistina kongreyeke neteweyî ji bo Sûriyeyê û da zanîn ku ew baldar in li ser yekitiya Sûriyeyê û wiha got: “Ev yek nahêle em dev ji projeya xwe ya Sûriyeya demokratîk, federal û nenavendî berdin.” 

Li ser helwesta rêjîma Sûriyeyê ji aloziya Sûriyeyê jî El-Hebîb da diyarkirin ku rêjîma Sûriyeyê hetanî niha jî naxwaze aloziya Sûriyeyê bi rengê aştiyane bê çareserkirin û hemû reklamên ku derdikevin ji aliyê hin malperên ragihandinê ve, ku têkiliyên çareserkirina aloziyê di navbera rêjîm û Sûriyeyê de û armanca wan e ku yekitiya gelan hilweşînin.

Hikmet El-Hebîb da zanîn ku Sûriye ne ya kesayetekê ye lê belê ya gelê Sûriyeyê bi tevahî ye û wiha berdewam kir:  “Gerek gelên herêmê piştgiriya hev bikin, ji ber ku tu tişt di dest me de tune ye ji bilî yekgirtina. Lê me bi yekgirtina xwe gelek gav avêtin bi saya xwîna şehîdên xort û jin ên ku giyanê xwe di ber me de kirin qurban û dijminê herî mezin di cîhanê de qewitandin.”

Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hikmet El- Hebîb tekez kir ku projeya Sûriyeya nenavendî armanca wan a sereke ye û beramberî her tiştî ji ser danakevin,  ji ber ku ev proje ji aliyê gelê bakurê Sûriyeyê ve hatiye erêkirin û wiha pê de çû: "Gelek hêzan bi me re da û stand da ku em Sûriyeyê ji rûxandinê xelas bikin."   

(ekîb)

ANHA