Çalakiyên 2.emîn Mîhrecana Girê Spî dest pê kir

Pêş çend kêliyan çalakiyên Duyemîn Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan bi tevlêbûneke girse ji şêniyên Bakurê Sûriyê dest pê kir.

Çalakiyên 2.emîn Mîhrecana Girê Spî dest pê kir
Çalakiyên 2.emîn Mîhrecana Girê Spî dest pê kir
Çalakiyên 2.emîn Mîhrecana Girê Spî dest pê kir
21 tîrmeh, 2018   15:39

GIRÊ SPÎ
Çalakiyên Duyemîn Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan  ku bi wesîleya 6.emîn salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê tê organîzekirin, dest pê kir.

Mîhrecan li Gundê Eyn Erûs yê kantona Girê Spî tê lidarxistin.

Şandeyên herêmên Bakurê Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG, YPJ, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Ewlekariyê û nûnerên partiyên siyasî û şêxên êlên herêmê amade bûn.

Qada mîhrecanê ji duh ve ji aliyê Komîteya Amadekar a Mîhrecanê ve hatiye amadekirin, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, aliyên YPG, YPJ û QSD, sembolên Şoreşa Rojava- Bakurê Sûriyê hatiya xemilandin, her wiha alavên kevin û peykerên Ocalan û Jinê hatin danîn.

Hêzên Ewlekariyê û Heyva Sor tedbîr girtine.

Çalakiyên Mîhrecanê bi rêzgirtinê destpê kir.

Tê payîn ku dê axaftina destpêk ya Mîhrecanê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid ve were kirin.

Her wiha dê çalakiyên hunerî û sporê jî werin lidarxistin.

Mîhrecan wê du rojan dewam bike.

(bb)

ANHA