Çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo dest pê kir

Rêveberiya Şaredariyên Kantona Qamişlo xwedî li sozên xwe derket û dest bi çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo kir. 

Çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo dest pê kir
Çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo dest pê kir
Çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo dest pê kir
Çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo dest pê kir
Çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo dest pê kir
Çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo dest pê kir
Çêkirina rêyên têketin û derketina Qamişlo dest pê kir
13 tîrmeh, 2018   05:48

QAMIŞLO

Şaredariyên Qamişlo yên Rojhilat (Şerqî) û Rojava (Xerbî), sala par rêyên têketin û derketina Qamişlo çêkirin. Lê ji ber sedemên derfetên kêm, ne pisporî û xetên avê, rê di nîvî de man. Piştî wê salekê rêyên hatin çêkirin jî xirab bûn. Ji ber toza ku havînê radibû û heriya zivistainê gelê Qamişlo bêzar dibû. Îsal piştî cejna Remezanê Rêveberiya Şaredariyên Kantona Qamişlo dîsa dest bi projeya çêkirina rêyan kir. Beriya hefteyekê rêveberiyê bi awayekî dest bi çêkirina rêyan kir.

Li gorî agahiyên hevserokê Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mihemed Hisên dan ajansa me, dê rêya Rojhilatê Qamişlo 5 km û 500 metre, rêya Rojavayê Qamişlo jî 3 km û 200 metre bê çêkirin. Di heman demê de dê firehiya rêyan 18 metre bê çêkirin û dê xebat heya meha 11`an berdewam bike.

 ‘Li gel bêderfetiyan jî me dest bi kar kir’

Mihemed Hisên diyar kir ku ew ji bo berjewendiyên gel dixebitin, rast e gel ji ber van rêyan pir mexdûr bû û wiha got: “Lê divê gel me fêm bike, em di rewşeke awarte re derbas dibin. Em di nava şerekî de ne, gelek aliyan ev pirsgirêka rêyan zivirand pirsgirêkên siyasî.”

Welatiyê bi navê Ferhan Hesen ku mala wî li ser rêya Hilêliyê ye, ji bo çêkirina rêyan spasiya rêveberiya şaredariyan kir û wiha got: “Em spasiyê dikin ku we dengê me gihand rêveberiyê. Vê rêyê gelek acizî da me. Niha dest bi çêkirina wê kirine. Em hêvîdarin zû temam bibe. Em gelek spasiya rêveberiyê dikin.”

‘Em pir keyfxweş bûn’

Welatiyê bi navê Bengîn Ehmed Silêman ku dikana wî li taxa Um Firsan a li ser rêya Tirbespiyê ye jî keyfxweşiya xwe ya ji bo çêbûna rê wiha anî ziman: “Ji ber toza vê rêyê me nedikarî dikana xwe vekin. Em pir aciz dibûn. Niha rêveberiyê dest bi çêkirina rê kiriye. Em pir keyfxweş bûn, ne tenê em gel tev keyfxweş e. Siheta rêveberiyê xweş be.”

(ekîb)

ANHA