Trump serdana Brîtanyayê dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump cara yekemîn serdana Brîtanyayê dike. Di serdana xwe de dê bi serokwezîra Brîtanyayê Theresa May û şahbanû Elizabeth re bicive.

Trump serdana Brîtanyayê dike
12 tîrmeh, 2018   08:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokdewletê Amerîkayê Donald Trump di serdana xwe Brîtanyayê re dê girîngiyê bide aliyê bazirganî.

Di demeke ku hikumeta May piştî çûyîna du wezîrên xwe di nava aloziyekê de ye, Trump serdana Brîtanyayê dike.

Trump dê roja Înê li navenda serokatiya hikumetê hevdînê pêk bîne. Her wiha dê berê xwe bide qesra Wendsor da ku bi şahbanûya Brîtanyayê Elizabeth a duyemîn re bicive.

(bx/ew)