Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xizmetguzariyê didomîne

Şaredariya Gel a Reqayê ji bo geşkirin û vejandina bajêr xebatên xwe yên xizmetguzariyê bê navber didomîne.

Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xizmetguzariyê didomîne
Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xizmetguzariyê didomîne
Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xizmetguzariyê didomîne
Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xizmetguzariyê didomîne
Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xizmetguzariyê didomîne
Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xizmetguzariyê didomîne
11 tîrmeh, 2018   06:27

NECBÎR OSMAN-AZAD SEFO/REQA

Di dîroka 10’ê Adara 2018'an de Şaredariya Gel navenda xwe li bajarê Reqayê bi awayekî fermî vekir. Bi derfetên basît karibû xebatên sererastkirina gulistanên bajêr, çaksazkirina kanalîzasyonê û xetên avê bimeşîne. Her wiha karibû ceyranê bigihîne hin taxên bajêr û gelek pirên bajêr piştî ku DAIŞ'ê ew wêran kiribûn ji nû ve sererast bike û bixe xizmeta şêniyan.

Şaredariya Gel a Reqayê ji hevserokan, 270 endam û 14 komîteyan pêk tê. Komîte ev in: Komîteya teknîkî, komîteya kanalîzasyonê, ragihandin, hawirdor, aborî, zimhêrê, el-dabta, parastin, garaj, têkilî, dîwan û komîteya gilî û gazinan. Van komîteyan ji bo vejandina bajar gelek proje bi cih anîne.

Komîteya Avê

Ev komîte ji hêla Buroya Tenfîzî ya şaredariyê ve ava bû, ji 11 endaman pêk tê ku di nav de endezyar, teknîsyen, rêveber û hin pispor hene. Hemû xebatên peydakirina ava vexwarinê dimeşîne. Heta niha bi kêmderfetan be jî komîteyê karî bi rêjeya ji sedî 75 avê bigihîne bajêr.

Komîteya Hawirdorê

Komîteyê heta niha 4 parkên sereke yên bajêr sererast kirin, parkên El-Reşîd, El-Bustan, El-Beyda û El-Melahî bi temamî hatine amadekirin û ji mayinên ku çeteyên DAIŞ'ê çandibûn, hatin paqijkirin. Her wiha komîteyê rogarên li ser rêyên bajêr paqij kirin û gelek dar çandin.

Komîteya Kanalîzasyonê

Komîteyê piştî rizgarkirina bajêr dest bi xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê kir ku ji ber kolandina çeteyan gelek zirar dîtibûn. Heta niha komîteyê 3 hezar metre borî dirêj kir û her wiha 232 daxwaznameyên çareserkirina xetan ên şêniyan bi cih anîne.

Komîteya Zagonî

Komîteya Zagonî (qanûnî) ji komîteyên şaredariyê yên herî aktîf e. Xanî, mal û milkên şêniyan belge dike û her wiha di meşandina xebatên şaredariyê de roleke girîng lîstiye.

Komîteya Firinan

DAIŞ beriya ku ji bajêr derkeve, gelek firinên bajêr şewitandibûn. Komîte ruxseta firinên di nav bajêr de da. Her wiha komîteyê ji bo firinan ard jî peyda kir û ji ber gilî û gazinên şêniyan ji ber buhabûna nirxê nan, komîteyê buhayê nan kêm kir.

Komîteya Veguhastina Hundirîn

Komîteya Veguhastina Hundirîn gelek gav avêtin. Jê sererastkirina 5 piran (Pira El-Romaniye, El-Sewami, Reqa, Semra û El-Firosiye) û niha jî ji bo sererastkirina pirên El-Mensûr, Marûde kar dike. Her wiha nirxê veguhastinê li gorî rewşa welatiyan diyar kir.

Alavên ku li gel Şaredariya Reqayê hene

Şaredarî niha 12 treks, 12 qelab, 12 sehrîj av, 2 cîhazên GPRS, 4 erebeyên paqijiyê û 7 traktoran bi kar tîne. Şaredarî hemû alavan ji hêzên koalîsyona navneteweyî werdigire.

Projeyên şaredariyê yên pêşerojê

Bi armanca peydakirina xebatên xizmetguzariyê şaredariyê gelek proje amade kirine.

Li ser vê mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrahîm tekez kir ku şaredarî gelek destkeftî piştî rizgarkrina DAIŞ'ê bi dest xistine. Şaredarî bi kêmderfetan karibû rewşa xizmetguzariya şêniyan bi pêş bixe.

Her wiha Ibrahîm diyar kir ku rêjeya ji sedî 60 ji bajêr bi temamî hatibû wêrankirin û ji bo wê xebatên pir mezin meşandin, ji bo vegera şêniyan şaredariyê gelek xebat û xizmetên bingehîn wekî paqijî û avê pêşkêş dike.

(şx/ew)

ANHA