TJC`ê: Li dijî kiryarên Tirkiye yê serî hildin

Tevgera Jinên Ciwan, bang li jinên bakurê Sûriyê kir ku li himberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê serî hildin.

TJC`ê: Li dijî kiryarên Tirkiye yê serî hildin
8 tîrmeh, 2018   13:36

MINBIC

Tevgera Jinên Ciwan ên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê şermazar kirin û bang li jinan kirin ku li dijî dagirkeriyê serî hildin.

Daxuyanî li Stada Beledî ya Minbicê hat dayîn, endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Minbic, Tebqa, Raqa û Dêrezorê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê cîgira komîteya ciwan û werzîşê Enmar El-Xerîb ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

"Ji destpêka şoreşa Sûriye yê ve û dewleta Tirk dixwaze bi rêya komên çeteyên weke DAIŞ û El- Nusra yê dixwaze cihê xwe di Sûriyê de bigre û bi rêya  van çeteyan di herêmê de kiryarên dizî, talan û rûxandinê bike.Piştî ku herêmên bakûrê Suriye yê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk  (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  ve hatin rizgarkirin, dewleta Tirk a faşîst binkeftina terora xwe tehemûl nekir û bi hemû çekên ên ku karanîna wan di hevpeymanên cîhanî de hatine qedexe kirin ve kete axa Sûriye yê. Dewleta Tirk a dagirker li gel dagirkeriyê demografiya Sûriye yê jî diguhere.”

 ‘Dewleta Tirk dixwaze tirsê bike nava gel’

"Dewleta Tirk dixwaze kiryarên xwe yên dagirkirin, talankirin û guherîna demografiyê yên li Efrînê dike, li Minbicê jî pêkbîne. Lê bi saya Meclîsa Minbic a Leşkerî, Minbic vegeriya herêmek bi ewle, ji bo vê jî dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmê dike û dixwaze tirsê bixe nava gel." 

"Em jî weke Tevgera Cinên Ciwan dibêjin ku, me xwe li himberî her êrîşan xwe amade kiriye û em dagirkeriya tu dewletan qebûl nakin. Ji ber ku bajarê Minbicê beşekî ji Sûriyê ye. Em ê bi rihê Şehîd Arîn li Kobanê, Şehîd Avêsta li Efrînê bersiva dagirkeriyê bidin.”  

"Em soz didin şehîdên ku bi xwîna xwe xaka Minbicê av dane, em ê li ser xeta serkeftinê li ser xeta wan bimeşin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dijî dagirkeriyê "Serî hildin" û bêdeng nemin in.” Daxuyanî  bi druşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(cu)

ANHA