Aldar Xelîl: Em ji bo diyalogan re amade ne

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku ti diyalog di navbera Rêveberiya Xweser û Rêjîma Sûriyê de çênebûn û got, "Ya herî girîng ew e ku em li dijî êrîşên muhtemel ji parastinê re amade bin, aliyên ku projeya me ya demokratîk qebûl nakin pir in, di serî de rêjîma Sûriyê ye."

Aldar Xelîl: Em ji bo diyalogan re amade ne
4 tîrmeh, 2018   18:35

REQA

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di Konferansa Yekemîn a Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakurê Sûriyê ku îro li bajarê Reqayê hate lidarxistin de axivî. Aldar Xelîl, anî ziman lidarxistina konferansa Hêzên Ewlekariyê gelek delîlan nîşan dide, rastiya şoreşa gelê Sûriyê dide der. Lidarxistina Konferansa gaveke mezin û bi cesaret destnîşan dike.

Xelîl, bal kişand ku li Bakurê Sûriyê Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din bi hev re li ser bingehê biratiya gelan jiyan dikin û bi pirrengî û şarestaniya wê rastiya dîroka Sûriyê dide xuyakirin, lê hukmê navendî û rêveberî sedema herî mezin a zêdebûna rewşên zulm û paşguhkirina  gelan bû.

'Destewerdana derve temenê aloziya heyî dirêj dike'

Aldar Xelîl, di nava gotinên xwe de,  got ku destwerdana hêzên derve yên destwerdanê di rewşa Sûriyê de dikin, her wiha dagirkirina beşek ji axa wê ji aliyê dewleta Tirk ve, temenê aloziya heyî dirêj dike û wiha pê de çû, "Dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve temenê aloziyê dirêj dike, ev yek divê neyê jibîrkirin. Ji xwe berxwdan di qonaxa xwe ya duyemîn de didome, lê di encam de Efrîn hatiye dagirkirin, pêwîste were rizgarkirin."

'Gel vegera rêjîmê qebûl nake'

Hevserokê Desteya Rêveber ê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di berdewama axaftinên xwe de, bal kişand li ser gefên dagirkeriya Tirkiyê û rêjîmê Sûriyê yên li ser herêmê got ku Tirkiyê û rêjîm dixwazin bi van gefxwarinên xwe tevliheviyê derxînin û ewlehiya herêmên Bakurê Sûriyê yên hatine rizgarkirina têk bibe û wiha pê de çû, "Em ji rêjêmê re dibêjin ku ew venagere mîna berê, em vî tiştî qebûl nakin, heger me qebûl kiriba me şoreş lidar nedixst û heger rêjîm ji aliyê gel ve hatibaya qebûlkirin, wê demê çima gel li dijî wê rabûna serhildanan û banga hilweşandina rêjîmê kir. Rêjîma desthildar, ya navendê ku xwe dispêre yekpartî, yeknew, nayê qebûlkirin. Madem me bi rûmet jiyankirin ragihandiye wê demê jî hilbijêra me avakirina Sûriyeke demokratîk e. Bi yek netew û yek partî sûriyeke demokratîk ava nabe. "

'Alozî bi diyalogan çareser dibe'

Aldar Xelîl anî ziman ku di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê, hilbijêra leşkerî û şer aloziyê çareser neke û got, "Heger me jî li hemberî aliyên ku êrîşî herêmên me kirin, me şer kir, ev ne xwesteka me, ev ji mafê me yê parastinê hatiye. Ji ber ku em şer naxwazin, lê dema êrîş li ser me were kirin em ê parastina xwe bikin. Alozî ne bi şer bi diyalogan çareser dibe."

Aldar Xelîl her wiha got, "Me helwesta xwe berê diyar kiribû û niha jî di vê konferansê de em bi bîr tînin, di mijara pêşeroja Sûriyeya bi rengekî demokratîk em ji bo diyalogan re amade ne. Me li Rojava û Bakurê Sûriyê modêleke demokratîkbûyînê bi cih anî, ev jî bi qebûlkirin û razîbûna gel ji vê tecrûbeyê pêk hatiye. Rêjîm qaşo dibêje ew dixwaze danûstandinan bike, lê heta niha ti gavên ciddî ne avêtiye."

'Di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîmê de diyalog çênebûn"

Aldar Xelîl, her wiha bal kişad li ser îdîayên ku dibêjin îtîfaq di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîmê de heye û ev tişt anî ziman, "Hin alî tiştên ku çênebûne, îdîayan belav dikin, li ser torên civakî û malperan belav dikin. Rastiya van îdîayên tunene, heya niha ti diyalog di navbera me û rêjîmê de çênebûne, ya herî girîng ew e ku em li dijî êrîşên muhtemel ji parastinê re amade bin û hewl bidin ewlehiya herêmên xwe xurt bikin. Hêzên ku projeya ma ya demokratîk qebûl nakin pir in, di serî de rêjîma Sûriyê ye."

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em ji diyalogan re amade ne, lê divê em ji bo parastina xaka xwe û herêmên xwe re amade bin. Heger îtîfaq çêbibe baş e, herger nebin, têkoşîna me berdewam e û em ê destkeftiyên xwe biparêzin û xeta şehîdan berdewam bikin."

(bb)

ANHA