Şêniyên Tirbespiyê ji ber bermahiyên petrolê bi gazinc in

Welatiyên navçeya Tirbespiyê ji ber belavbûna bermahiyên petrolê yên kevn giliyên xwe dikin. Nemaze ji ber ku di encama şewitandina petrolê de ziyanê li hawîrdor û tenduristiya welatiyan dike. Rêveberiya Navenda Sadkob soz da ku dê wan ber bi deverên dûrî  niştecihbûnê ve veguhêze.

Şêniyên Tirbespiyê ji ber bermahiyên petrolê bi gazinc in
Şêniyên Tirbespiyê ji ber bermahiyên petrolê bi gazinc in
Şêniyên Tirbespiyê ji ber bermahiyên petrolê bi gazinc in
Şêniyên Tirbespiyê ji ber bermahiyên petrolê bi gazinc in
Şêniyên Tirbespiyê ji ber bermahiyên petrolê bi gazinc in
2 tîrmeh, 2018   05:38

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Piştî ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir, gelek navendên sereke yên parzûnkirina petrolê rawestiyan. Di encamê de gelek parzûnên kevn ên petrolê bi armanca dabînkirina mazot û benzînê hatin avakirin û gelek welatiyan debara xwe ji van parzûnan werdigirt.

Li navçeya Tirbespiyê 253 parzûnên kevn hene û di her parzûnekê de 3 kes dixebitin. Di encama xebitandina berdewam a van parzûnan û şewitandina petrolê de hawîrdora herêmê û tenduristiya welatiyan ji ber dûyê petrolê bi metirsiyan re rû bi rû ye.

Metirsiyên derketina nexweşiyên mayînde

Di encama dûyê şewitandina petrolê û bêhnên genî de, welatî bi gelek nexweşiyên henaseyê re rû bi rû ne. Bi taybet di demsala havînê de nemaze ji ber ku piraniya welatiyan li derve radizên.

Girêdayî mijarê Dr. Ednan Etiyê El-Hisên ku pisporê nexweşiyên sîng û dil e, diyar kir ku ji ber van parzûnên petrolê gelek nexweşiyên henase û sîng û hin nexweşiyên çerm derketine.

Dr. El-Hisên hişyariya belavbûna nexweşiyên bêderman ên wekî pençeşêra çerm, pençeşêra xwînê, penşeşêra kezebê û gelek nexweşiyên henaseyê da. Der barê hejmara nexweşên sîng û pençeşêrê de Dr. Hisên diyar kir ku serjimareke diyar pêk nehatiye.

Berpirsyaran sozên xwe pêk neanîn

Piştî ku Karîgeriya Hawîrdorê ya girêdayî Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê gelek giliyên welatiyan wergirtin, karîgeriyê di Cotmeha 2017'an de biryarek da û tenê hefteyek wext da xwediyên parzûnan da ku xebatên xwe yên parzûnkirina petrolê rawestînin, lê mixabin ev biryar li ser erdê pêk nehat.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a kantona Cizîrê di 2'yê Tebaxa 2017'an de biryarek derxist û li gorî wê diyar kir ku bi zêdebûna parzûnên petrolê re ziyanên ji ber wan jî zêdetir dibin. Li gorî biryarê divê xwediyên parzûnan cezayeke darayî mehane bi qasî 50 hezar lîreyên Sûriyeyê ji bo parzûnên mezin û 30 hezar lîreyên Sûriyeyê ji bo parzûnên biçûk bidin. Her wiha ji xwediyên parzûnan xwest ku li derdora parzûnên xwe daran biçînin da ku ziyanên hawîrdorê kêm bikin.

Giliyên welatiyan zêde dibin

Di encama kar û xebatên parzûnên kevn ên petrolê de ziyanên mezin li welatiyan dibin û ji ber vê yekê welatiyan giliyên xwe kirin.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Merwan Mihemed El-Elî yê ji navçeya Tirbespiyê ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku ji ber van parzûnên li herêmên belavbûnê ew bi gelek nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne û bi taybet zarok li hemberî van nexweşiyan bê parastin in.

El-Elî di axaftina xwe de diyar kir ku ew bi şevê nikarin ji xaniyên xwe derkevin, nemaze bêhn û dûmana ji ber şewitandina petrolê giştî navçe tijî kiriye û xwediyên parzûnan jî li gorî mercên ku Karîgeriya Hawîrdorê danîne, tev nagerin.

Hisên Hisên El-Ayêd destnîşan kir ku xwediyên parzûnan li gorî mercên parastina hawîrdor û çandiniyê tev nagerin. Her wiha teknîka kehrebeyê di xebatên parzûnkirinê de bi kar naynin.

Welatiya bi navê Kewser El-Hebîb bang li Karîgeriya Hawîrdorê kir ku vê pirsgirêkê di demeke lezgîn de çareser bike û van parzûnan ji deverên niştecihbûnê dûr bixe.

Sozên veguhastina parzûnan

Karîgeriya Hawîrdorê ya girêdayî Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê diyar kir ku dê parzûnên li herêmê ji deverên niştecihbûnê dûr bixe.

Rayedarên Navenda Sadkobê ji ajansa me re diyar kir ku ji bo veguhastina van parzûnan ber bi deverên dûrî niştecihbûnê ve dixebitin. Lê demeke diyar ji bo vê veguhastinê diyar nekirin.

ANHA