ISO: Divê dawî li dagirkeriya Efrînê were

Rêxistina Internasyonal a Sosyalist (ISO) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya li gorî nimûneya Fedraliya Demokratîk anî ziman û got ku ew piştgiriya vegeriya welatiyên Efreînê ya di bin çavdêriya navdewletî dikin. ISO'yê her wiha di daxuyaniya xwe de serkeftina ku HDP'ê di hilbijartinan de bi dest xist pîroz kir û got ku divê hikûmeta Tirkiyê ji bo çareserkirina doza kurd gavan bavêje.

ISO: Divê dawî li dagirkeriya Efrînê were
28 hezîran, 2018   13:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Internasyonal a Sosyalist (ISO) civîna xwe ya asayî li bargeha NY ya li Cinêvê lidar xist. Nûnerê PYD'ê yê Yewnaistanê Ibrehîm Mislim jî beşdarî civînê bû û di civînê de axaftinek kir. Mislim di axaftina xwe de bal kiaşand ser geşedanên li Sûriyê, Rojava û bi taybet Efrînê û da zanîn ku girînge komîteya kurdî ya di rêxistinê de were aktîfkirin.

Di civînê de daxuyaniyek taybet derbarê gelê kurd de hate dayîn. Di daxuyaniyê de ISO'yê  piştgirî da çareserkirina adil a doza kurdî ku di çarçoveya sîtema ne navendî û li ser ease fedraliya demokratîk ku yekbûna xaka Sûriyê biparêze, de pêk were.

Di daxuyaniyê de her wiha piştî hate dayîn ku welatiyên Efrînê bi ewle vegerin warê xwe û ev yek di bin çardêvirya navdewletî p êk were û got ku divê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a ji herêmê re were.

ISO'yê her wiha serkeftina HDP'ê di hilbijartinan de pîroz kir û daxwaza serbestberdana Hevserokê Partiyê Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk kir.

Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de, bang kir ku pêwîste Tirkiyê di mijara doza gelê Kurd li pêvajoya danûstandinên siyasî vegere.

(dc)

ANHA