AKP bi zora çek û dewletê li ser sindoqan e

Di hilbijartinên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de, AKP bi taybet li bajarên kurdan hewl dide bi zora çek û dewletê bi ser bikeve.

AKP bi zora çek û dewletê li ser sindoqan e
24 hezîran, 2018   12:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Tirkiye û bakurê Kurdistanê ev 13 car e ji bo hilbijartina serokkomar û 27 car e jî ji bo hilbijartina parlementeran diçe ser sindoqan. AKP di 16 salên desthilatdariya xwe de, di serî de ji bo gelê kurd ji bo tevahî gelan hemû zilmê rewa dibîne. Di hilbijartinên îro de jî AKP hewl dide bi zora çekan û zora dewletê bi ser bikeve. Di serî de li bajarên kurdan, li çar aliyên Tirkiyeyê ji saetên sibê ve agahiyên binpêkirina zagonên hilbijartinê û hîleyan tên. Hinek ji hîle û binpêkirinên zagonên hilbijartinê ev in:

Paramîlîterên AKP’ê li qadan in!

*Li navçeya Cizîr a Şirnexê dema ku welatiyê bi navê Sebrî Çagirga çû dibistana Seretayî ya Îstîklalê ji bo deng bi kar bîne, ji aliyê sercerdevanê bi navê Emîn Nergîz ve hat derbkirin. Hat zanîn ku sercerdevan Nergîz di dema berxwedana xweseriyê de li hemberî gel sûc kiribû, li ser sindoqê hat erkdarkirin.

*Li gundên Dokuzdam û Sirmali yên girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê jî rêveberên AKP’ê yên navçeyê û di heman demê de cerdevanên navçeyê êrîşî wesayîta endamên lijneya sindoqan a HDP’ê kir.

*Li navçeya Saray a Wanê gelê ku ji bo dengdanê diçû ser sindoqan rastî astengiya cendirmeyan hat. Gel nezarîbûn nîşan da. Cendirmeyan hinek ciwan binçav kirin, bi hewldana parêzeran ciwan hatin berdan.

* Li navçeya Payîzawa a Wanê sindoqên 8 gundên ku hatibûn hildan û li gundên Kesrîk, Peganê û Zaxoskê hatin bicihkirin û cerdevan li ser sindoqan hatine erkdarkirin.

* Agahiyeke binpêkirinên hilbijartinê jî ji Mêrdînê hat. Li navçeya Mêrdîn Artukluyê li dibistana Navîn a Kocatepe leşker û polis zext li gel dikin. Leşker û polîsên ku erdê muşahidan asteng dikin ji erkdarên sindoq û muşahidan re wiha got: “Ez tiştê ku dixwazin êz ê bikim. Li vir qanûn ez im, kesê ku dixwazim êz ê bigirim hundir û kesê dixwazin dikarim derxim derve.”

*Li gundê Uzunkaya yê girêdayî navçeya Mêrdînê Qoserê jî hat zanîn ku cerdevan li ser sindoqan rûdinin û gel tehdît dikin.

Piştî pisîkê niha jî qijik

*Li Rihayê piştî destpêkirina dengdanê hîle û binpêkirina hilbijartinê jî ranawestiyaye. Li taxa Karakoprûyê ji ber çûyîna ceyranê asansor naxebitin û gel nikare biçe dengên xwe bi kar bîne. Daxuyaniya ku DEDAŞ’ê da jî ew bû ku qijik ketine trafoya ceryanê.

Dengên komî hatin bikaranîn

*Lİ navçeya Riha Pirsûsê jî li gundên Bostancilar xizmên namzetê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li ser sinoqên jimareyên wan 1202, 1203 û 1143 dengên komî bi kar anîn. Li Pirsûsê jî di nava wesayîtekê de 4 torbe pusulayên dengan ku dixwestin bixin dibistana Bîlgî ya Seretayî, hatin girtin.

Heyetên çavdêriyê asteng kirin

*Heyeta ku ji Danîmarkayê ji bo çavdêriya hilbijartinan hat Çewlikê, li gundê Elmali ji aliyê polîs û cerdevanan ve hat astengkirin.

*Li navçeya Enqere Sîncanê jî li dibistana Navîn a Ozkent Akbîlek 6 kesên ku ji dilxwazên Oy ve Otesî ku çavdêrî dikirin, ji aliyê komek 100-150 kesî ve hatin derbkirin. Piştî bûyerê polîs ketin dibistanê û gaza bîberê bi kar anîn.

*Li navçeya Bedlîsê Tetwanê li gundê Çilxor muşahidên HDP’ê ji aliyê cerdevanan ve hatin derbkirin.

*Li navend û navçeyên Enqereyê endamên lijneya sindoqan ên AKP’ê bi kesên temenên wan mezin li ser pusulayê AKP’ê didin îmzekirin. Her wiha li gorî zagonên YSK’ê xwendekarên dibistana leşkerî ku nikarin deng bi kar bînin, bi zorê deng bi kar anîne.

* Li Elezîzê jî li dibistanên Amedehî ya Hazar Anadolû, Amadehî ya Fevzî Çakmak Anadolû, Amadehî ya Îmam Hatîp a Xortan Mustafa Paşa binpêkirinên hilbijartinê hatin kirin. Sindoqên ku serokên sindoqan û erkdar lê ne amade, hilbijêr xelet tên birêkirin. Hilbijêran dibin fêrgehên ku sindoq tê de tune û kesên dengan bi kar tînin navên wan nanivîsin.