Erzanbûna mazotê bû sedema kêfxweşiyê

Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, sotemenî pir erzan bû. Vê yekê jî bandora xwe bi awayekî erênî li şêniyan kir.

Erzanbûna mazotê bû sedema kêfxweşiyê
21 hezîran, 2018   07:11

EHMED EL-ESAF / REQA

Çeteyên DAIŞ`ê sotemî bi buhayên pir bilind difirotin şêniyan. Her wiha ber bi dewleta tirk a dagirker ve derdixist. Çeteyan bermîla mazotê bi 40 hezar lîrayên Sûriyê difirot şêniyan (1 lître bi 200 lîreyan).

Ji ber ku bajarê Reqayê yek ji herêmên ku çandiniya wê zêde ye, ji ber vê yekê jî madeya mazotê zêde ji bo traktor, derase û jenetorên avê tê bikaranîn. Ji ber vê buhabûna madeya mazotê bandoreke neyînî li cotkaran dike. Her wiha buhabûna mazotê bi awayekî neyinî bandorê li aliyê pîşesazî, bazirganî û çûn û hatin û madeyên xwarinê dike.

Ji aliyekî din ve jî şêniyan nema di malên xwe de sobeyên mazotê bi kar dianîn û li şûna wan sobeyên êzingan bi kar dianîn.

Piştî ku bajarê Reqayê û gundewarên wê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyan hate rizgarkirin, saziyên xizmetguzariyê mîna saziya sotemeniyê (SADKOP) kete warê xizmetê, mazot erzan bû. Lîtreyeke mazotê bi 65 lîrayên Sûriyê (her bermîlek jî bi 13 hezar lîrayên Sûriyê) tê kirîn.

Di vê çarçoveyê de yek ji xwediyên îstasyona sotemeniyê li bajarokê El-Kerama yê rojhilatê gundewarên Reqayê Abdullah El-Hemîdî got ku beriya ku herêm ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin madeya mazotê pir buha bû û vê yekê jî bandor li welatiyên Reqa û gundewarên wê dikir. El-Hemîd di berdewama axaftina xwe de got ku piştî bajarê Reqayê hate rizgarkirin madeyên sotemiyê erzan bûn û şênî dikarin peyda bikin.

Her wiha El-Hemîdî got ku çandinî li herêmê zêde ye, ji ber vê yekê erzanbûna mazotê erênî bandor li welatiyan dike.

 (bx/ew)

ANHA