Rewşenbîrên Minbicê gefên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê daxuyaniyek ji bo raya giştî da û gef û destwerdanên dagirkeriya Tirkiyê li karûbarên Minbicê şermezar kir.

Rewşenbîrên Minbicê gefên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
19 hezîran, 2018   15:42

MINBIC

Di daxauyaniyaYekîtiya Rewşenbîran a Minbicê ya derbarê gefên dagirkeriya Tirkiyê de wiha hate gotin:

"Em wekî rewşenbîrên bajarê Minbicê û gundewarên wê gefxwarinên Tirkiyê û destwerdanên wê yên di karûbarên bajarê me de bi tundî şermezar dikin û tekez dikin ku em destwerdana bê sebeb di welatê me yê bi ewle de red dikin.

En bi azadî jiyan dikin û pêwîstiya me bi kesekî din tuneye ku welatê me bi rêve bibe. Destwerdana di Minbicê de dijminahiyek û bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Bijî Minbic a azad û demokratîk."

(bb)

ANHA