Di teqîna li Reqayê de 3 şervanên QSD‘ê şehîd bûn

Li navenda bajarê Reqayê mayînek teqiya, di encamê de 3 şervanên QSD‘ê şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Di teqîna li Reqayê de 3 şervanên QSD‘ê şehîd bûn
17 hezîran, 2018   20:46

REQA 

Çavkaniyekî QSD‘ê ragihand ku mayîneke çeteyên DAIŞ‘ê li nêzî çexeriya şirketa ceyanê ya navenda bajarê Reqayê hatibû bi cih kirin bi erebeyeke QSD‘ê teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de 3 şervanên QSD‘ê şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê buyerê de lêpirsîn vekirine.

ANHA