Rêveber û şêniyên Tebqayê bi hev re nimêja Cejênê pêk anîn

Şêniyên Tebqayê û rêveberiya bajar li Mizgefta El-Firqan nimêja Cejnê pêk anîn. Şandeyek ji Rêveberiya Demokratîk a Tebqayê serdana goristana Şehîdan û bendên kontorlê yên parastina ewlekariya bajar dikin, kirin.

Rêveber û şêniyên Tebqayê bi hev re nimêja Cejênê pêk anîn
Rêveber û şêniyên Tebqayê bi hev re nimêja Cejênê pêk anîn
Rêveber û şêniyên Tebqayê bi hev re nimêja Cejênê pêk anîn
Rêveber û şêniyên Tebqayê bi hev re nimêja Cejênê pêk anîn
16 hezîran, 2018   04:30

TEBQA

Endamên Rêveberiya Demokratîk a Herêma Tebqayê û şêniyên herêmê li Mizgefta El-Firqan a li taxa Sanî nimêja Cejnê kirin.

Piştî nimêja Cejnê bi dawî bû, Imamê Mizgeftê xutbeya Cejnê pêşkêş kir û dua kir ku xweda şervanên di çeperên pêş ên parastinê de cih digirin, biparêzin û hêvî kir ku aştî li tevahiya Sûriyê pêk were û ewlekarî pêk were.

Piştî xutbeya Cejnê bi dawî bû, şandeyek ji rêveberiya herêmê serdana goristana Şehîdan a li taxa Ayîd e kirin û cejna malbatên şehîdan pîroz kirin.

Şandeyê ji vir jî berê xwe dan hemû bendên hêzên ewlekariya Hindirîn ên parstina ewlekariya herêmê dikin û cejna endamên li ser bendan pîroz kirin.

(dc)

ANHA