Kêfxweşiya zarokên Şêxmeqsûdê: Hespê Apê Hisên

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê zarok bi lîstokan cejna xwe derbas dikin. Lîstoka zarokan a herî xweşik jî hespê Apê Hisên e.

Kêfxweşiya zarokên Şêxmeqsûdê: Hespê Apê Hisên
15 hezîran, 2018   13:07

ARŞÎN NECAR/HELEB

Apê Hisên xwediyê hespekî ye û ji bo kêfxweşiya zarokan û debara jiyana xwe, zarokên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hespê xwe siwar dike û wan digerîne. Hespê Apê Hisên ji bo zarokan bûye pêlîstoka herî xweşik û ji bo ku lê siwar bibin dikevin dorê.

Apê Hisên ji her zarokekî 25 lîreyan distîne. Apê Hisên ji bo ewlehiya zarokan a dema siwarbûnê li gel wan dimîne û wan digerîne.

(şx/ew)

ANHA