Rêxistina Human Rights binpêkirinên Efrînê belge dike

Rêxistina Human Rights Watch di raporeke xwe de guhertina demografî ya û kiriyarên Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê belge kir. Di raporê de hate gotin ku piraniya kiryarên wan li gundên Efrînê û navenda bajar tên kirin.

Rêxistina Human Rights binpêkirinên Efrînê belge dike
14 hezîran, 2018   12:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch ku mijarên parastina maflê mirovan û dozên wê digre dest, bal kişand ser mijara Artêşa Tirk û destdanîna ser mal û milkên sivîlan û wêrankirina wê. Rêxistinê her wiha da zanîn ku dagirkeriya Tirk her wiha li Efrînê guhertina demografî pêk tîne, şêniyên Efrînê dide koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dikin.

Mudîra Demikî ya beşê awerte ya Human Rights Watch Priyanka Mutaparthi di raporê de got ku divê çete malan nerûxîne û kesê li malên kesên ji ber şer derketine bi cih nekin û destnîşan kir ku ew çete binpêkirinên xwe kurtir kir.

Priyanka Mutaparthi da zanîn ku ên biryar dane ku Efrînê bixin destê xwe divê baş zanibin ku binpêkirinan zêde nekin û wiha dom kir: "Kesên ji Efrînê koçber bûne rastî gelek binpêkirinan hatiye û wiha got: "Niha diyar dibe ku tiştên ne di cih de derheqê wan koman dikin."

Di rapora Human Rights Watch de şahidiya hin şêniyên Efrînê hate bibîrxistin û heta gotin ku çete welatiyan bi darê zorê ji malên wan derdixin û hate destnîşankirin ku herî zêde komên bi navê Ehrar El-Şerqiye û Artêşa Şerqiya wan binpêkirinan pêk tînin û mal û milkên welatiyan destser dikin .

Binpêkirinên Artêşa Tirk û çeteyan têne destnîşankirin û serpêkhateyek vê merselekê hate bibîrxistin û wiha hate gotin: "Rêxistin di riya 2 kesên ji Efrînê  derketine  gotin ku çeteyan malên wan dagirkirine û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirine.

Di raporê de hate destnîşankirin ku li gorî qanûnên şer  talankirinû destdayîna ser mlên taybet ku bi darê zêrê tê kirin hatiye qedexekirin û wiha domandin: "Ev dibe sûcên şer, het di çarçoveya şerên herêmê de de jî wihaye. Rê nayê dayîn ku çekdar malên kesayetî destser bikin, heta ji bo malbatên xwe bi cih bikin. Li gorî qanûnan ruxandina emlakan bi rêbazên leşkerî nayên zelalkirin.

Di raporê de rêgezên Serokê Komîteya Serbixe ya Lêpirsînê li Sûriyê Sergio Pinheiro ya navdewletî ku qanûnên navdewletî nîşan dide pêk hatiye. Bi taybet di aliyên ji nûve bi cihkirin û vegera welatiyên koçber.

Di raporê de ji Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê hate xwestin ku berdêlê bidin welatiyên ku malên wan hatine destserkirin û ruxandin û gotin ku ew ji parastina malên welatiyan berpirsyar in.

Yek ji şêniyên Navçeya Cindirêsê Ronî Seydo jî wekî şahid di raporê de hate nîşandan û hate gotin ku di 25'ê Adarê de Artêşa Tirk hemû mal û milkên wan destser kirin, talan kirin û paşê telef kirin.

Di wêneyek taybet ku Ronaî Seydo ji rêxistinê re şandiye diyar dibe ku gotina "hatiye desterkirin"  li ser mala wî ku beşek wê ji ber topbaranê ziyan dîtiye hatiye nivsaidnin. Di heman demê de ronî got ku amê wî ji aliyê Artêşa Tirk ve hate girtin û deh rojan li ser girêdanên wî yên siyasî hate pirsîn ku nerîna wî ya siyasî çiye.

Kesê bi navê Şêr Hisên ku wênekêşe diyar kir cîranên wî jê re gotine ku çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye mala wî û studya wî ya wênekêşiyê destserkirine û got ku yek ji wan hatiye ruxandin û yek jî bûye cihê goşfirotinê.

Di raprê de şahdiniyên hin kesan hatine destnîşankirin, her wiha şahîdiya koçberekî ji Efrînê aniye ziman. Rojnamavan Bîlal di rapora xwe de dibêje ku çeteyekî mala wî ya li gundê Elmdar ya Efîrnê destserkirin. Ev piştî ku di 11'ê adarê de ji Efrînê derket pêk hatiye.

Yek ji koçberên Efrînê Samir got ku çete koçberan ji herêmên din ên Sûriyê tîne û wan li Efrînê bi cih dikin û ev tşt anî ziman: "Di 26'ê nîsanê de an jî beriya hefteyekê ku ez ji Efrînê derkevim, min 31 otopîsên sibî dîtin. Ew gihiştin Meydana azadî ya li nîvê Efrînê. Di nava sê rojan de sê malên li nêzî me dan malên ji herêmên din ên Sûriyê koçber bûne.  Taxa me di destê çeteyên Sultan Murad debû."

 (dc/

ANHA