Li El-Hedîda ya Yemenê şer

Li nêzî bajarê El-Hedîda ya Yemenê di navbera hêzên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdiyê rêveberiya wê dike û Hûsiyîn şer derket.

Li El-Hedîda ya Yemenê şer
10 hezîran, 2018   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kirin ku li nêzî bajarê El-Hedîda ya Yemenê di navbera hêzên Koalîsyona Erebî û Erebistana Siûdiyê û hêzên Hûsiyîn bi dijwar şer derket.

Berpirsekî payabilind di karûbarên mirovî ya NY roja yekşemê diyar kirin ku êrîşeke leşkerî li ser bajarê El-Hedîda ya li rojavayê Yemenê ku di bin destê Hûsiyîn de ye pêk hat.

Çavkaniyên herêmî jî destnîşan kirin rojên înê û şemiyê li herêma El-Dirîhlî şer bi dijwarî rû da.  Hate gotin ku hêzên Koalîsyona Ereban derdora 10 kîlometir nêzî bajarê El-Hedîda bûne.