6 kolber hatin girtin û kasibkarek jî birîndar bû

6 kolber hatin girtin û kasibkarek jî birîndar bû
3 hezîran, 2018   06:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrîşa hêzên Îranê ya ser kolber û kasibkaran a li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, 6 kolber hatin girtin û kasibkarek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya KolberNews, êrîşên hikûmeta Îranê dijî kasibkar û kolberan berdewam dike û wiha hate gotin; “Roja Îniyê li herêma Binaw a girêdayî bajarê Pîranşara parêzgeha Urmê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê gule li wesayita kasibkarekî barandin. Di wesayitê de 4 kolber hebûn. Şofêrê wesayitê bigiranî birîndar bû.”

Her wiha hate diyarkirin ku di heman rojê de li gundê Diawrî yê girêdayî bajarê Merîwan ê ser bi parêzgeha Sine, li herêma Hewreman komek kolber ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Pasdaran gefên kuştinê li kolberan xwarin.

Hêzên pasdaran jî derdora kolberan girtin û 6 ji wan girtin. Her wiha dest danîne ser barên wan jî.