Careke din balafirên şer ên Îsraîlê êrîşê Xezayê kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî çepera Arîn a Tûgayên Îzzedîn Qesam ku nêzî kampa Penaberan a Eyn-Nûseyrat a Xezayê kirin.

Careke din balafirên şer ên Îsraîlê êrîşê Xezayê kirin
3 hezîran, 2018   06:25

XEZA

Li gorî ku nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ji herêmê raghand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî çepera leşkerî ya Tûgayên Îzedîn Qesam ku baskê çekdarî yê Hamasê ye kirin.

Hate diyarkirin ku tu zerar ji ber êrîşê derneket û heta niha jî  Artêşa Îsraîlê derbarî vê êrîşê de tu daxuyanî nedaye.