Xebatên çêkirina goristana Şehîdan ket qonaxên dawî

Saziya Malbatên Şehîdan li Minbicê xebatên temîrkirina goristana şehîdan didomîne. Saziyê destnîşan kir ku xebatên temîrkirinê ket qonaxa xwe ya dawî.

Xebatên çêkirina goristana Şehîdan ket qonaxên dawî
2 hezîran, 2018   13:05

MINBIC

Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) di 1'ê Tebqaxa sala derbasbûyî de dest bi xebatên çêkirina goristana Şehîdan kir.  Di encama xebatan de dîwrên goristanê, deriyên sereke hatin çêkirin, her wiha gor hatin temîrkirin. Mizgefetek jî di goristanê de hate çêkirin. Di xebatên temîrkirinê de 40 karker dixebitin.

Berpirsê xebatên goristanê Ibrehîm El-Elî got ku xebatên çêkirina goristanê ketiye qonaxa dawî û destnîşan kir ku meha tîrmehê de wê xebatên çêkirina goristanê bi dawî bibe.

(dc)

ANHA