Îsayê tembûrvan riya hunermend Mihemed Şêxo dişopîn e

Şagirtê Mihemed Şêxo, Îsa Mihemed rêya mamosteyê xwe dişopîne û ev 35 sale bi hezkirinek mezin li amûrên mûzîkê lêdide û wan dikre û difroşe.

Îsayê tembûrvan riya hunermend Mihemed Şêxo dişopîn e
Îsayê tembûrvan riya hunermend Mihemed Şêxo dişopîn e
2 hezîran, 2018   05:36

MÛRADA KENDA-BÊRÎTAN MEDUSA / QAMIŞLO

Gelek kes hezkirin û wateya mûzîkê cuda cuda pênase dikin. Îsa Mihemed (50) mûzîkê wekî hevaleke xwe yê herî nêzîk pênase dike. Hevaltiya wî ya bi alavên mûzîkê re gelek mezin e. Mihemed di 15 saliya xwe de dest bi lêxistina tembûrê û gotina stranan dibe. Birayê Îsa, Nezîr Îsa heval û şagirtê hunermend û dengbêjê Kurd ê bi nav û deng Mihemed Şexo bû. Îsa jî bi riya Mihemed Şexo û birayê xwe mûzîkê nas dike. Di  15 salî ya xwe de bi hevalêkî xwe re pere kom dike, herdû bi hev re tembûrekê dikirin. Hêdî hedî xwe fêrî tembûr û amûrên mûzîkê dike. Despêkê di dawetan de li tembûrê dixe û bi navê Îsa yê tembûrvan tê naskirin.

'Naskirina Mihemed Şexo şansê herî mezin bû'

Hezkirin û hewildana Îsa ya ji mûzîkê dibe sedema pêşketin û gavavêtinê. Îsa, derbarê naskirina wî ya ji mûzîkê re ev tişt anî ziman: “Bandorbûna min a bi Mihemed Şêxo hişt ez werim vê astê. Dema min dest bi mûzîkê kir; min xwe di nava cîhaneke cuda de dît û pir bandorbûm. Rûhê min zindî bû û axa miriyan ji ser min hate avêtin. Nasîna Mihemed Şêxo ji bo min şans û derfetekî pir mezin bû. Mihemed Şêxo her dem hewildida ku ciwanan fêrî mûzîkê bike û ji bo pêşketina mirovan hewlek mezin dida.”

Îsa dibêje ku ew gotina Mihemed Şêxo ya "dest ji hûnerê bernedin û stranên kurdî berdewam bikin" tu caran ji bîr nake,  heta roja îro ji bo pêkanîna gotina hunermendê mezin kar û xebatên xwe didomîn e.  

Îsa ev 25 sale li Sûka Qamişlo dikana amûrên mûzîkê vekiriye, amûrên wek tembûr, ûd, gîtar, erbane û bilûrê difroşe. Îsa amûran ji bajarê Şamê dikire û tine Qamişlo.

Tişt ji Mihemed Şêxo fêr bû bi zarokên xwe re parve dike

3 kur û 2 keçên Îsa hene. Îsa hezkirina xwe ya mûzîkê bi wan jî re parve dike. Di heman demê de zarokên ku dixwazin fêrî amûrên mûzîkê bibin,  fêr dike û xwestekên wan pêk tîn e. Îsa dibêje ku ji beriya 35 salan derfetên wan ên kirîna amûran tune bû û wiha axivî: “Îro li hemû malan amûrên mûzîkê hene. Ciwanên me bi mûzîkê re bûne yek û xwedî lê derdikev in. Ev jî moral û keyfxweşiyê dide me.”

'Mûzîk hestê mirovan e'

Îsa da diyarkirin ku heger mûzîk nebaya wê hestên mirovan tune ba, mûzîk çand û hebûna gel ne, muzîk jiyan bi xwe ye. Îsa destnîşan kir mûzîk bûye hevalê wî yê herî nêzîk û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Demên ez pir hestyar dibim, dest didim tembûra xwe û hestên xwe parve dikim. Tembûr gûhdarvana herî mezin a êş û keyfxweşiya mirove. Ez û tembûra xwe bûne hevalê hev û 24 saetan bi hevre ne. Tembûr bûye parçeyek ji laşê min.”

Îsa her wiha da zanîn ku ew zarokên xwe fêr dike ku mûzîkê û amûrên mûzîkê biparêz in.

(dc)

ANHA