Şêniyên Efrînê çalakiyên 26'ê Gulanê silav kirin

Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şebanê di çarçoveya çalakiyên 26'ê Gulanê meşiyan û diyar kirin ku wê dagirkeriya Tirk bi binpêkirinên li dijî gel dikin, wê nikaribin radeya gelê herêmê bişkîn in. Meşvanan her wiha bang li hemû rêxistinên mirovî û yên mafê mirovan kirin ku erk û berpirsyariyên xwe beranberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk dike, pêk bîn in.

Şêniyên Efrînê çalakiyên 26'ê Gulanê silav kirin
Şêniyên Efrînê çalakiyên 26'ê Gulanê silav kirin
Şêniyên Efrînê çalakiyên 26'ê Gulanê silav kirin
Şêniyên Efrînê çalakiyên 26'ê Gulanê silav kirin
26 gulan, 2018   12:13

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê di çarçoveya çalakiyên 26'ê Gulanê de li Şehbayê meşiyan. Meş li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Meşvanên ku alên YPG, YPJ, TEV-DEM, Kongreya Star, Meclîsa Katnona Şehba û pankartên bi nivîsên "Rûsiya di parçekirina Sûriyê û guhretina demografî li Efrîn û Xûtayê de şirîka Tirkiyê ye, Bi rihê berxwedana Avesta, Arîn û Barîn dê jinên Efrînê rizgar bibe", "Em çalakiyên 26'ê Gulanê silav dikin", "Erdogan û DAIŞ'ê kujerên zarokan in", "Bijî berxwedana gelê Efrînê" û "Nebin şirîkên qatil Erdogan" vekiribûn

Xwepêşandan bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Hevserokapê  Meclîsa TEV-DEM'ê li Efrînê Mustefa Hesen axivî û got ku berxwedana gelan li dijî dagirkeriya Tirk û piştgiriya berxwedana gel serkeftinek e û wiha dom kir: "Em bang li civaka navdewletî dikin ku ji bê dengiya xwe derkevin û li dijî dagirkeriya Tirk erka xwe pêk bîn in."

Di berdewama xwepêşandanê de Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefai Hisên axivî û got ku armanca dewleta TIrk a dagirker ji êrîşa li ser Efrînê ew e ku îradeya gelê herêmê bikşkîne û wiha dom kir: "îro Berxwedana Serdemê didome, şêniyên Efrînê û tavahî Bakurê Sûriyê berxwedana xwe didomîn in. Wê berxwedan hate rizgarkirina tevahî Efrînê bidome."

Piştî axaftinan daxuyaniya Meclîsa Rêveber a Efrînê ji aliyê Hesen Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana Şêniyên Efrînê ya li dijî dagirkeriyê hate bibrîxistin û hate gotin ku hêzên leşkerî yên Bakurê Sûriyê li şûna tevahî cîhanê şerê çeteyên DAŞ'ê kirin.

Di daxuyaniyê de hemû çalakiyên demokratîk ên di 26'ê Gulanê de hatin silavkirin û faşista Tirk hate şermezarkirin û bang li NY, Konseya Ewlekariyê ya navdewletî, YE û hemû saziyên navdewletî kirin ku zextê li dewletat Tirk a dagirker bikin.

(dc)

ANHA