Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Elûş spartin axê

Şêniyên herêma Kesra ya Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD'ê Elî El-Deib (Elûş) ê dema erka xwe pêk tanî di 22'ê gulanê li gundewarên Dêrzorê şehîd bû bi merasîmekê li goristana Şehîd Xidir El-Hemada spartin axê.

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Elûş spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Elûş spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Elûş spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Elûş spartin axê
Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Elûş spartin axê
26 gulan, 2018   12:26

DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên Dêrazorê cenazeyên şervanê QSD'ê Elûş li gundê Mekmen wergirtin û bi karanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Xidir El-Hemad a li herêma Ebû Xeşeb a Dêrazorê ve derketin rê.

Li riya ketina goristanê girseya gel cenaze li ser milên xwe kirin û heta goristanê meşiyan. LI vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endamê Rêveber a Saziya Malabtên Şehîdan Nehla El-Hisên, li ser navê Meclîsa SIvîl a Dêrazorê Cemîla El-Elî û Endama Rêveber a Mala Jinan a Herêma Cezra Xedîca El-Salih axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftin bi dawî bûn sicîlê şehîd Elûş hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

(dc)

ANHA